Li Rihayê çalakiya li dijî tiryakê

  • ciwan
  • 20:14 23 Tebax 2022
  • |
img
RIHA - Li Rihayê polîsan êrişî meşa ciwanan a li dijî tiryakê kir. Ciwanan jî bertek nîşanî astengiya polîsan da û gotin: "Van barîkatan deynin ber tiryakfiroşan jî." 
 
Li navçeya navendî Halîliye ya Rihayê, polîsan êriş bir ser meşa li hemberî tiryakê ya ciwanan. Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê jî piştgirî dan çalakiya ciwanên taxa Devteşiyê ya li Kolana Aksûyê. Cihê ku wê daxuyanî lê bihata dayin û paşê jî meş lê dest pê bikirana, beriya daxuyaniyê bi çend saetan ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Gava ciwan ber bi qadê ve hatin, polîsan ew dorpêç kirin. Lê dîsa jî ciwan li hev kom bûn û bertek nîşanî astengiya polîsan dan. 
 
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Muhsîn Aydogdû li ser navê ciwanan axivî. Aydogdû bertek nîşanî astengiya polîsan da. Aydogdû diyar kir ku temenê bikaranîna tiryakê daketiye 10 saliyê û got, pirsgirêka herî mezin a Rihayê tiryak e. Herî dawî Aydogdû bang li partiyên siyasî û saziyên çapemeniyê kir û xwest ev pirsgirêk bê çareserkirin. 
 
Piştre ciwanan xwest bi pankarta hilgirtibûn bimeşin. Gava ciwan meşiyan û dirûşmeya "ji tiryakê re na" berz kirin polîsan êriş bir ser wan. Polîsên ku bi hinceta "ji ber ku beriya çalakiyaê destûr nehatiye girtin" meşa ciwanan asteng kirin, bi binçavkirinê gef li ciwanan xwarin. 
 
Ciwanan jî bertek nîşanî astengiyan polîsan da û gotin: "Van barîkatan deynin ber tiryakfiroşan jî." 
 
Her wiha polîsan ciwana bi navê Senem Erîş binçav kirin. Piştî vê ciwanan got, "Heya hûn hevala me bernedin em naçin." Piştî vê polîsan Erîşê berda. Ciwanan diyar kir ku dê têkoşîna li dijî tiryakê bilind bikin û bi çepikan belav bûn.