Şampiyonên herêmê yên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût li Silopiya ne

  • ciwan
  • 10:06 17 Îlon 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Şampiyonên herêmê yên Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût ku Meclisa Ciwanan a HDP’ê li dar dixe, li navçeya Silopiyayê hatin gelhev. 
 
Şampiyonên herêmê yên 3’yemîn Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût a Kevneşopî ku ji aliyê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve tê lidarxistin, li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê hatin gelhev. Lîstikvanên tîmên ku di maçên li herêmên Marmara, Serhed, Çûkûrova, Rihay û Botanê bi dirûşmeya “Li dijî hişbir, fihûş û bişaftinê bengî nebe azad bibe” hatin lîstin de bûn şampiyon, wê di navbera xwe de maçan bilîzin. Di maçên ku şampiyonên di navbera herêman de bên diyar kirin de ewilî Wan Spor û Riha Spor hatin hemberî hev. Di maça li Tesîsên Sporê yên Şaredariya Silopiyayê hate lîstin de pankartên “Bengî nebe azad be” , “Li dijî talankirina xwezaya Cûdî bêdeng nemine” , “Rêxistinbûyîna jinê azadiya jinê ye” û “Dayikên Şemiyê rûmeta me ne” hatin daliqandin. 
 
RIHA SPOR BISERKET
 
Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dersîm Dag, parlamenterên HDP’ê Huseyîn Kaçmaz û Hasan Ozguneş, endamên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û her wiha gelek kesan maça yekemîn temaşe kirin. Di maça ku reqabeteke zêde hebû de Riha Spor 11-8 Wan Spor têk bir. 
 
Maça fînalê ya tûrnûvaya 5 rojan dewam bike wê di 20’ê îlonê de berdewam bike. Tê payîn ku wê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî tev li maça fînalê bibe.