Ciwanên HDP'î: Em ê tecrîdê bişikînin

  • ciwan
  • 09:09 25 Kanûn 2022
  • |
img
AMED - Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin: "Bi pêşengiya ciwanan dê ev tecrîd wê bê şikandin. Em ji vê bawer dikin, em ê vê tecrîdê bişikînin." 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya "Bi ciwanên rêxistinkirî ber bi siberoja azad ve" konferansa xwe ya 3'yan li dar xist. Ciwanên ku tev li konferansê bûn, anîn ziman ku ew ê bi têkoşîneke rêxistinkirî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bişikînin. 
 
‘CIVAK TÊ TECRÎDKIRIN'
 
Endamê Meclisa Ciwanan Firat Tûnç, bibîr xist ku 21 meh in tu xeber ji Ocalan nayê girtin û got: "Bi tu awayî ne dikare hevdîtinê bi parêzerên xwe re ne jî bi malbata xwe re bike. Rêberê gelê kurd niha bi awayekî pir dijwar tê tecrîdkirin. Ev tecrîda li Îmraliyê li nava tevahiya civakê jî belav bûye. A rast tevahiya civakê tê tecrîdkirin. Ev bandorê li hêza pêşeng a civakê ciwanan jî dike." 
 
‘EM Ê CIVAKA AZAD AVA BIKIN'
 
Tûnç diyar kir ku ciwan dînamîka herî bingehîn a avakirina civakeke azad in û wiha axivî: "Divê em hay ji vê nêzîkatiyê hebin. Divê em vê ferasetê di xwe de ava bikin. Ji lew re her tim hêza pêşeng a vê civakê ciwan bûne û ev heya niha wisa domandiye. Ji bo domandina desthilata xwe qirkirineke mezin pêk tînin. Lewma hêza pêşeng a civakê hedef digirin. Li Kurdistanê ciwanan daxilî nava fuhûşê û tiryakê dikin. Vê yekê bi destê xwe dikin. Ji lew re dizanin ku civakeke ku ciwanên wê azad, civakeke azad e. Lewma cara ewil e ev qasî berfireh berê xwe didin ciwanan. Em ê van pirsgirêkan deynin holê û tecrîdê bişikînin û bi gavine pêbawer pêş ve biçin." 
 
BANDORÊN TECRÎDÊ
 
Endamê Meclisa Ciwanan Ozkan Yalçin ku got "tcerîd sûcê li hemberî mirovahiyê ye" ev tişt gotin: "Demildest divê Abdullah Ocalan hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. Ev sûcê li hemberî mirovahiyê ye. Divê ev tecrîd bê şikandin. Em bandorên tecrîdê li Tirkiyeyê dibînin. Polîtîkayên şer, meseleya kurdî û krîza aborî her diçe kûrtir dibin." 
 
‘EM Ê TECRÎDÊ BI BERXWEDANA XWE BIŞIKÎNIN'
 
Yalçin destnîşan kir ku demildest divê Ocalan hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike û wiha domand: "Divê ev tecrîd bê şikandin. Demildest divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. Em vê bêhiqûqîtiyê qebûl nakin. Dê ciwan pêşengiya vê yekê bikin û ev tecrîd dê bê şikandin. Em bi vê bawer in, em ê vê tecrîdê bişikînin. Em ê berxwedana xwe bidomînin. Em ê vê li qadên xwe, li taxên xwe yên welatpaêrêz, li bajar û navçeyan biqîrin. Em bang li hemû ciwanan dikin ku li dijî vê bêhiqûqîtiyê rabin. Divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê şikandin." 
 
Endamê Meclisa Ciwanan Erhan Cangir jî destnîşan kir ku ger hevdîtin bi Ocalan re bê kirin dê aştî çêbibe di nava gelan de û ev tişt anîn ziman: "Tecrîd bi tena serê xwe sûcekî li hemberî mirovahiyê ye. A rast ev tecrîd tenê ne li ser birêz Abdullah Ocalan e, tecrîdeke ku ji bo çavtirsandina civakê tê kirin. Ciwan divê vê tecrîdê bişikînin. Ciwan divê bi ser tirsê de biçin. Em bang li tevahiya ciwanên welatparêz dikin ku bi me re li dijî tecrîdê bitêkoşin. Çi zû çi dereng em ê vê tecrîdê bişikînin. Şikandina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan berprisiyariya me ciwana ye. Divê tecrîd bê şikandin, ji lew re rêya aştiyê di tecrîdê de derbas dibe." 
 
‘EM Ê RÊBERÊ XWE JI WIR DERXÎNIN'
 
Endamê Meclisa Ciwanan Vedat Ozer jî bilêv kir ku ew di warê şikandina tecrîdê de biisrar in û wiha axivî: "Em ê tecrîda li ser gelê kurd û Rêberê xwe bişikînin. Ne kesek, em bi hezaran kes li vir in. Em ê tecrîdê bişikînin. Gotineke Rêbertiyê heye, 'me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser ikevin.' Em ê bi vê gotinê bi ser bikevin. Em ê aştiyê bînin. Em ê Rêberê xwe ji nava çar dîwaran derxînin. Bi hezaran siyasetmedarên kurd girtî ne. Dê berxwedana me ya ji bo girtiyên siyasî bidome." 
 
Endamê Meclisa Ciwanan Huseyîn Olgûn jî diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan bandorê li ciwanan jî dike û wiha got: "Em dixwazin xeberekê ji birêz Ocalan bigirin. Em ciwan em ê vê tecrîdê bişikînin. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin. Ger hevdîtin bi birêz Ocalan re bê çêkirin, dê pêvajoya aştiyê dest pê bike. Em ê bi hev re, bi hêza xwe ya rêxistinkirî vê tecrîdê bişikînin."