Hilbijartinên 14'ê Gulanê: Ciwan ji bo guherînê amade ne

  • ciwan
  • 09:41 6 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Ciwanan bal kişand ser fikarên ji bo siberojê û gotin ku bingeha van pirsgirêkan desthilata AKP'ê û MHP'ê ye û ji bo guherînê îşaret bi 14'ê Gulanê kirin. 
 
Ji hilbijartinên 14'ê Gulanê re hindik ma. Her ku hilbijartin nêz dibe partiyên siyasî û tifaq armanc û projeyên xwe eşkere dikin. Ciwan ku di 21'ê salên desthilata AKP'ê de hatine paşguhkirin, li benda roja hilbijartinê ne. Di hilbijartina 2023'yan de dê 62,4 milyon kes biçe ser sindoqan. Ji van hilbijêran 13 milyon jê jî ciwan in. Her wiha ji 13 milyon hilbijêrên ciwan 6 milyon jê jî dê cara ewil biçin ser sindoqê. Ciwan têkildarî siberojê û hilbijartinê axivîn.
 
'ÇARE TÊKOŞÎN E'
 
Melîsa Akkûşê diyar kir ku ew dixwazin bêyî ku ji bo siberojê fikarên wan hebin bijîn û got ku ew di vî warî de temînatê dixwazin. Akkûşê anî ziman ku ji pirsgirêkên ciwanan yek jî "eko anksiyete" ye ku ji ber krîza avhewayê çêbûye û got: "Em dixwazin raya xwe bidin partiya ku bi rastî jî dê ji bo avhewayê tevbigere. Em ciwan çareyê di têkoşînê de dibînin. Ji lew re gava em têdikoşin em vediguherin daristanê û gurkirina vê daristanê di destê me hemûyan de ye." 
 
DÊ RAYA XWE BIDE AZADIYÊ
 
Resûl Huseyînzade jî bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û got ku niha krîza aborî veguheriye krîza jiyanê. Huseyînzade destnîşan kir ku pirsgirêka herî bingehîn a van krîzan jî ew e ku ciwan daxilî nava pêvajoya biryardayînê nayên kirin û wiha got: “Di salên 2050’yî de ez ê 40-45 salî bim û ez ê bi karesatan re rû bi rû bimînin ku siberojê çêbibin. Ji ber vê yekê mafê min heye ku ji bo siberojê biryaran bidim." 
 
Huseyînzade destnîşan kir ku ew dixwaze li welatekî azad bijî û got ku ew ê roja hilbijartinê raya xw ebide partiya ku doza azadiyê û jiyana bi hev re dike. 
 
CIWAN Û GUHERÎN
 
Damla Yîgîtê jî anî ziman ku guhertin bi ciwanan pêkan e û wiha got: “Ger em ciwan bên gel hev, em ê welat biguherînin. Em ê bi hev re vê têkoşînê bi ser bixin."
 
Dîcle Naz Yamanê jî diyar kir ku divê desthilatdariya AKP-MHP'ê ji holê bê rakirin û got: "Em ê siberojê rizgar bikin, nifşê bê em in. Niha ji bo siberojê fikarên me hene. Ez wiha difikirim ku çare mafê gotinê yê ciwana ye." 
 
Hasan Basrî Berker jî diyar kir ku yek ji mezintirîn faktorên fikara ji bo siberojê jî pergala perwerdehiyê ye. Berker destnîşan kir ku yekane sedema vê yekê jî hikûmet e û got ku ew bi hikûmeteke wiha re rû bi rû ne ku li hemû qadên jiyanê newekheviyê kûr dike. Berker got: “Li Tirkiyeyê her ku newekhevî zêde bibe, dê pirsgirêka perwerdehiyê jî kûrtir bibe. Ger siyasetmedarên ku daxwazên gel dibînin û guh didin daxwazên gel bên hilbijartin, dê pirsgirêkên welêt çareser bibin."