Xwendekaran zemên ‘serdema nû’ protesto kirin

  • ciwan
  • 16:26 2 Tebax 2023
  • |
img
STENBOL - Xwendekarên Zanîngeha Bîlgiyê zemên di “serdema nû” de tên kirin protesto kirin. 
 
Xwendekarên endamên Platforma Bêdeng Nabin ên Zanîngeha Bîlgiyê ji bo zemên nû yên rêveberiya Zanîngeha Bîlgiyê protesto bikin, li ber kampûsa li Eyupsultanê daxuyanî dan. Xwendekaran dovîz hildan û dirûşm berz kirin. 
 
Tola Asan li ser navê xwendekaran daxuyanî da û diyar kir ku ew li ber enflasyona zêde dibe û bihakirina jiyanê nikarin debara xwe bikin û got: “Patronên zanîngeha Bîlgiyê her roja ku diçe berîkên xwe tije dikin. Em wek xwendekarên Bîlgiyê di nava şert û mercên dijwar de perwerdehiya xwe didomînin. Her serdem ev şertên me zor dibin. Îro dema em bala xwe didinê jiyana me ya perwerdehiyê bi dawîbûnê re rûbirû maye. Em di serdema nû de nikarin alavên perwerdehiyê bistînin. Em ê qet van zeman qebûl nekin û wê têkoşîna me bidome.” 
 
Piştî daxuyaniyê xwendekaran daxwaznameyên ku nivîsandibûn radestî rektoriya zanîngehê kirin.