Ciwanan bal kişandin ser şewatên li Cûdî û Licê

  • ciwan
  • 17:09 2 Tebax 2023
  • |
img
AMED - Ciwanên Zanîngehê bi pankarta ku bi Birca Keçikê ve kirin bal kişandin ser şewatên li Licê û Cûdî derdikevin. 
 
Ciwanên Zanîngeha Dîcleyê bi armanca balê bikişînin ser şewatên ku li Çiyayê Cûdî û Licê derdikevin, bi Birca Keçikê ya navçeya Sûr a Amedê ve pankart daliqandin. 
 
Di pankarta bi Birca Keçikê ve hatiye daliqandin de bi kurdî wiha hate gotin: “Licê û Cûdî dişewite, deng bide, bêdengî bêrûmetî ye.”