Li Mêrsînê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê bi dawî bû

  • ciwan
  • 23:48 28 Tîrmeh 2024
  • |
img
MÊRSÎN - Li Mêrsînê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê bi lîstina maça fînalê bi dawî bû. 
 
Tûrnûvaya fûtbolê ku Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser navê Gulistan Dokûyê ya ji 5’ê çileya 2020’an ve agahî jê nayê wergirtin li dar xist, li Mêrsînê bi dawî bû. Rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyê û gelek kes tev li maça fînalê bûn. Pankartên “Gulistan Dokû li ku ye?” û “Jinên ciwan lêdixe erd û ezman diheje” hatin daliqandin. Beriya maçê pankarta “Berxwedana Berîtanan li sehayan deng vedide” ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin. Di tûrnûvaya 26’ê hezîranê destpêkir de 35 tîm ketin pêşbirkê. Maçên fînalê yên komên jinan û mêran hatin lîstin. Piştî maçên fînalê Dayikên Aştiyê û Hevserokên DEM Partiyê madalya û kûpa dan tîmên bi ser ketin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan ê piştî merasîma xelat dayînê axivî, wiha got: “Em hêj ji Gulistan Dokûyê agahiyê nagirin, hêj hinek hewl didin veşêrin.”