Ciwanên tev li kampa havînê bûn ji girtiyan re name şandin

  • ciwan
  • 11:55 31 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampa havînê ya 2024’an a Young Struggleyê bi panel, atolye û pêşkeşiyan dom kir. Ciwanên tev li kampê bûn, ji bo girtiyên siyasî yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê name nivîsandin. 
 
Rêxistina ciwanên sosyalîst Young Struggleyê di çarçoveya kampa havînê ya Ewropayê de ku her sal tê lidarxistin, atolye û panel li dar xist. Ji 7 welatên cuda gelek ciwan tev li panelê bûn û rewşa tevgera ciwanên li Ewropayê hate nirxandin.  
Hevseroka Young Struggle a Ewropayê Kardelen Ezgî di panelê de wiha got: “Divê em geşedanên polîtîk ên giştî yên li Ewropayê binirxînin û bikarin bandorê li jiyana ciwanan bikin. Divê em bikarin nîşan bidin ku li dijî xizanî û şer tekane rê jiyaneke birêxistinkirî ye." 
 
Kesên beşdarî panelê bûn li tevahiya ciwanên cîhanê, bi taybetî ji ciwanên Kurdistan û Filistînê re silav şandin. 
 
LI KAMPÊ ATOLYEYÊN CUDA HATIN LIDARXISTIN
 
Piştî panelê jî ciwanan atolyeyên cuda li dar xistin. Di serî de kurdî, ekolojî, grafîtî, şano, ajîtasyon, parastina cewherî, govend, marksîzm, îsal li kampê zêdetirî 20 atolye hatin lidarxistin. 
 
PÊŞKEŞVANIYÊN TÊKILDARÎ TÊKOŞÎNA JINÊ 
 
Her wiha têkildarî “Şoreşa Jinê” ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî nîqaş hatin kirin. Di heman demê de ji serhildanên jinan ên di dîrokê de heta LGBTÎ+Î, têkoşîna azadiyê, îdeolojiyên cuda yên di nava tevgera femînîst de, zayendperestî û di têkoşîna azadiyê ya jinan de rola zilamên komunist, gelek pêşkeşvanî hatin kirin. Piştî panel û atolyeyan, ciwanan stran û sirûdên bi zimanên spanî, boşnakî, almanî, kurdî û fransî striyan. 
 
GIRTÎ NEHATIN JIBÎRKIRIN
 
Di berdewamiya bernameya kampê de Platforma Dengê Girtiyan (PDG) bi ciwanan re atolye li dar xist. Di atolyeyê de girîngiya piştevaniya bi girtiyan re hate nîqaşkirin. Piştî nîqaşan jî banga piştevaniya bi girtiyên siyasî re li ciwanan hate kirin. Piştî atolyeyê ciwanan ji girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re name nivîsandin.