Li Amedê fînala Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû hat lîstin

  • ciwan
  • 22:59 3 Tebax 2024
  • |
img
AMED - Maça fînalê ya Tûrnûvaya Fûtbolê Gulîstan Dokû ya ku ji aliyê Meclisa Ciwanên DEM Partiyê ve li Amedê tê lidarxistin, hat lîstin.
 
Tûrnûvaya fûtbolê ya ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve li ser navê xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ku ji 5'ê Çileya 2020'an û vir ve agahî jê nayê girtin, li Amedê maça xwe ya dawî li dar xist. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar, hevserokên DBP û DEM Partî yên Amedê, hevserokên navçeyan, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên sivîl û welatî beşdarî turnuvaya ku Koma Sorjiyan derket ser dikê, bûn. Li qadê pankartên "Gulîstan Doku li ku ye?", "Jinên ciwan wê şebekeyên faşîst hilweşînin", "Pêşî rêxistinbûyîn peşî nirxên welat" û "Faşîzm wê winda bike, gel wê bi ser bikeve" hatin daliqandin.
 
Maça fînalê ya turnuvayê li Qada Şaredariya Şîlbe ya navçeya Yenîşehîrê hat lîstin. Di fînalê de tîmên Azadîye Sûrê û Amed Genç hatin hemberî hev. Tîm bi pankartên "Em şopdarên heqîqate ne" û bi meşaleyan daketin qadan. Maç piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Tîma Ciwanan a Amedê di pêşbirkê de 6-3 bi ser ket.
 
Piştî merasîma diyariyê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Ûçarê got: "Em ê her tim Gulîstan Doku sax bihêlin û em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Ûçarê bal kişand ser Komkujiya Êzidiyan a 3’ê Tebaxê ya li Şengalê pêk hat û got: “Di sedsala 21’an de em rastî komkujiyeke bêhempa hatin ku Êzidî neçar man ku ji welatê xwe koç bikin. Ez bi rêzdarî serî ji civaka Êzidî ditewînim."
 
Tûrnûva bi stranên Koma Sorjiyan bi dawî bû.