Di tûrnûvaya futbolê de bal kişandin ser zimanê zikmakî

  • ciwan
  • 22:14 4 Tebax 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Di Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê ya li navçeya Silopiyayê hatiye lîstin de, bal kişandin ser êrişên li dijî zimanê zikmakî. 
 
Tûrnûvaya Gulistan Dokuyê ya Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi ser navê Gulistan Dokûya ji 5’ê çileya 2020’an ber bi îro tu agahî jê nayên girtin, daye destpêkirin, li Şirnexê didome. Tûrnûvaya bi dirûşma “Ciwantiya lêxe di sehayê de ye” ya di kompleksa werzîşê ya Şaredariya Silopiyayê de hatiye lîstin de pankartên “Zimanê me zimane dayîka me ye”, “Me bi ciwani destpêkir, em ê bi ciwanî serbikevin”, “Mirov bi mafên xwe mirov e” û “Dar li ser koka xwe mirov li ser zimanê xwe şîn dibe” hatin daliqandin. 
 
Pêvajoya koman a 87 tîmên tev tûrnûvayê bûne bi dawî bû. Piştî dawîbûna pêvajoya koman, 34 tîm ketin pêvajoya pêşbirkê. 34 tîmên ji koman derketine, dê ji bo maça fînalê bi hev re bilîzin. Îro 6 tîm lîstîn û 3 tîm ketin di nav 16 tîmên dawî de. 
 
Tê payîn ku dê di dawiya ve mehê de turnuva bi dawî bibe û dê fînala tûrnûvayê jî di 23’yê tîrmehê were lidarxistin.