Li Serêkaniyê pankartên Ocalan hatin daliqandin

  • ciwan
  • 11:33 7 Tebax 2024
  • |
img
RIHA - Meclisa Ciwanan a DEM Partiya Serêkaniyê ji bo nerazîbûna li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek cihên navçeyê pankart daliqandin. 
 
Meclisa Ciwanan a DEM Partiya Navçeya Serêkaniyê ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 41 meh in agahî jê nayên girtin, çalakiya daliqandina pankartan pêk anî. Meclisa Ciwanan li gelek cihên cuda yên navçeyê pankartên ku wêneyê Ocalan li serê ne û bi nivîsa “Bijî Serok Apo. Tecrîd sûc e. 1230 roj in berdewam dike” daliqandin.