Navenda Ciwanan a Rezanê vebû

  • ciwan
  • 13:03 7 Îlon 2024
  • |
img
AMED - Şaredariya Rezanê li Taxa Yenîhalê Navenda Ciwanan vekir. 
 
Şaredariya Rezan a Amedê, li Taxa Yenîhalê Navenda Ciwanan a Rezanê vekir. Ji bilî vekirina navenda ciwanan a ji aliyê Midûriyeta Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Rezanê ve ji bo ciwanên ji dibistanên havînê mezûn bûn aktîvîteyek hate lidarxistin. Hevşaredarên Rezanê Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk û gelek welatî bi zarokên xwe re tev li bûn. 
 
Midûra Xizmetên Spor û Ciwanan Asûman Fîlîz Urun di aktîvîteyê de axivî, aktîvîteyên ku li Navenda Ciwanan kirine vegotin û destnîşan kir ku dê di serdema pêşiya wan de jî xebatên xwe bidomînin.  
 
CIWAN PÊŞEROJA ME NE
 
Hevşaredarê Rezanê Sîraç Çelîk jî wiha got: “Zarok û ciwan pêşeroja me ne. Ji bo wan çi hewce bibe em ê bikin.” Sîraç destnîşan kir ku rêveberiya beriya niha li Navenda Ciwanan xebatan nakin, piştî ew hatine ser peywîrê navend aktîfkirine. Çelîk, wiha domand: “Ji bo gelê me pêdivî bi çi hebe em ê li gorî wê xebatan bimeşînin.”
 
Piştî axaftinan ji zarokên tev li qursan bûbûn re diyarî hatin dayîn. Piştî vekirina Navenda Ciwanan aktîvîte bi pêşandan û pêşbirkên zarokan berdewam kir.