DEM Partiyê serdana malbata Reşît Kîbar ê hate qetilkirin kir

img

ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê û şandeya pê re, serdana malbata Reşît Kîbar ê dema axa xwe diparast hate kuştin kirin. 

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, endamên Kordînasyona Jinan û Rêxistina DEM Partiyê ya Artvînê serdana malbata parazvanê xwezayê Reşît Kîbar ê dema li herêma Cankûrtaran a Artvînê hewl dida birîna daran a şîrketa EFOR madenê asteng bike hate qetilkirin, kirin. 
 
Malbata Kîbar şandeya DEM Partiyê pêşwazî kir. Malbata Reşît Kîbar, diyar kir ku ji bo hêzên li pişt cînayetan derkevin holê dê têbikoşin. 
 
TURKOGLÛ: REŞÎT JI BO KU XWEZAYA XWE PARAST HATE QETILKIRIN 
 
Halîde Turkoglû jî ev tişt gotin: “Polîtîkayên talan û rantê yên desthilatê li her derê ne. Qetilkirina Reşît jî ji van serbixwe nîne. Ji bo ku Reşît xwezaya xwe parast bû hedef. Em weke DEM Partiyê, weke Meclisa Jinan a DEM Partiyê em ê bi malbatê re di nava piştevaniyê de bin. Em ê heta dawiyê şopdarê vê bûyerê bibin. Ji bo ku sûcdar derkevin holê û cezayê heq dikin li wan bê birîn em ê têbikoşin.”