Derket holê ku kesê bi tiryakê hatî girtin cerdevan e

  • rojane
  • 16:09 7 Kanûn 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Derket holê ku ji kesên li Mêrdînê bi 15 kîlo û 850 gramên tiryaka sentetîk hatine girtin yek jê xebatkarê qadê yê MÎT’ê û yek jî cerdevan Abdurrahîm Kurga ye. 
 
Di 20’ê Cotmehê li Mêrdînê TIR’ek hate sekinandin û di TIR’ê de 15 kîlo û 850 gramên tiryaka sentetîk hatin desteserkirin. TIR, ji hêla polîsan ve hate sekinandin û 2 kesên hatin binçavkirin, hatin girtin. Walîtiya Mêrdînê jî têkildarî mijarê di 22’yê cotmehê de daxuyanî da û got ku kesek hatiye girtin û agahiyên têkildarî nasnameya kesên din de jî neda. 
 
YEK JÊ XEBTAKARÊ MÎT’Ê Û YEK JÎ CERDEVAN E 
 
Lê belê li gorî agahiyên hatine bidestxistin, têkildarî bûyerê 2 kes hatine girtin û yek ji wan xebatkarê MÎT’ê yê qadê Alaattîn Yilmaz û yê din jî Abdurrahîm Kurga ye ku li herêma Mîlanê ya Qoserê cerdevantiyê dike. 
 
WÊNEYÊ BI SOYLU RE DERKET
 
Her du kes jî hêj li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tên ragirtin. Wêneyê Abdurrahîm Kurga bi wezîrê karên hundir ê berê Suleyman Soylu re derket ku navê wî bi rêxistinên sûc tê zanîn.