MÛŞ - Deşta Mûşê bi şînbûna alaleyan re bi rengê sor xemilî.
Bi germbûna hewayî re Deşta Mûşê jî zindî bû. Bi vebûna Alaleya Mûşê ku yek ji cureyên gihayan ên endemîk e, Deşa Mûşê bi rengê sor xemilî. Alalayên sor, deşta kesk û çiyayên hêj berfê serê wan bernedayî, bi rengîniya xwe temaşevanan mest dike. Welatiyên tên Deşta Mûşê, bi alaleyên ku emrê wan di navbera 15 heta 20 roj in re dîmen û wêneyên xweşik dikişînin.
MA / Rûken Polat