‘Têkoşîna li dijî tundiyê veguherîna mêran jî pêwîst dike’

img
AMED - Parêzer Îrem Îlhanê diyar kir ku sedema zêdebûna tundiya mêr û qetliaman ew e ku mekanîzmayên pêşîlêgirtinê nayên bicihanîn û polîtîkaya bêcezabûnê heye û got: “Ji bo parastina jinan, ne qanûn, divê hişmendî û polîtîka bê guhertin.”
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê jin, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî bi tabloyeke ku tundî û qetlîam roj bi roj zêde dibin, dibînin. Tundiya li dijî jinê her sal dibe pirsgirêkeke girîngtir. Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin, ji Mijdara 2024’an heta niha 281 jin hatine qetilkirin, 295 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Li gorî rapora platformê ya ku 6 mehên destpêkê yên 2025’an 136 jin hatine qetilkirin, 145 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Raporê bal kişand ku ji sedî 35 ê jinan ji aliyê mêrên ku pê re zewicîbûn, ji sedî 65 ê wan jî di mala xwe de hatine qetilkirin. Li gorî daneyên JINNEWS’ê ku her meh lîsteyên der barê tundiya mêr de qeyd dike, ji Mijdara 2024’an heta niha 12 jin hatine qetilkirin û 9 ji bi awayeke biguman li Amedê jiyana xwe ji dest dane.
 
Gelek sedemên tundî û qetliaman hene, lê cesareta herî mezin a ku didin faîlan jî nexebitandina mekanîzmayên pêşîlêgirtinê ye. Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Îrem Îlhan, li ser rewşa mekanîzma û verastkirinên hiqûqî axivî.
 
TUNDIYA LI AMEDÊ ZÊDE DIBE
 
Îrem Îlhanê bal kişand ser zêdebûna tundiya li dijî jinê ya li Amedê û got, ev ne diyardeyeke şexsî an jî civakî ye, encameke siyasî ye. Îrem Îlhanê bi bîr xist ku bi girtina navendên piştevaniyê ya jinan, yekîneyên şêwirmendiyê û avahiyên polîtîkayên jinan ên şaredariyan di sala 2016’an de bi tayînkirina qeyûman re, torên piştgirî û piştevaniyê yên jinan ji holê rabûn. Îram Îlhanê diyar kir ku bi polîtîkayên bêcezakirinê, xizaniya aborî, polîtîkayên mîlîtarîst û kûrkirina newekheviya zayendî ya civakî re, tundiya mêr kûrtir bûye û ev tişt got: “Lewma ev zêdebûna tundiyê li Amedê bi destwerdana dewletê ya li rêveberiyên herêmî û tunekirina zeminên siyasî yên femînîst re çêbû.”
 
PEYMANA STENBOLÊ
 
Îrem Îlhanê destnîşan kir ku vekişandina ji Peymana Stenbolê peyameke siyasî ye ku zemîn ji zêdebûna tundiyê re amade kiriye û wiha pê de çû: “Lewra ev biryar sembola paşve gavavêtina dewletê ji erka xwe ya parastina jinan bû. Vê yekê jî mexdûr bêhêvî kir û cesaret da faîlan. Ji ber ku dewlet ji peymaneke wiha bi bandor û di cîh de vekişiya. Bêguman faîlan jî bi vê re cesaret girtin. Vekişîna ji peymanê tê wateya ji holê rakirina çarçoveya navneteweyî ya herî berfireh a ku li dijî tundiya mêr hatibû avakirin. Ji aliyê tevgera femînîzmê ve jî, vekişîna ji vê peymanê, devjêberdana ji prensîba wekheviyê ya di Destûra Bingehîn de hatiye rêzkirin û îradeya parastina mafê jiyanê ya jinan e. Ji ber vê yekê, rêjeyên tundiyê yên îro zêde bûne, encameke mezin a vê vekişîna siyasî ye.”
 
QANÛN NAYÊN CÎBICÎKIRIN
 
Îrem Îlhan rave kir ku ji bo jinan qanûnên bi bandor hene, lê nayên cîbicîkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qanûna hejmar 6284'an rêyên serlêdanê dide jinan. Jin dikarin bi vê qanûnê tedbîrên parastin û dûrxistinê bigirin, daxwaza stargehê bikin. Lê pirsgirêka me ya sereke ji aliyê sepanê ve ye. Jinên mexdûr li qereqol û dadgehan mexdûriyeta duyemîn dijîn. Em navbeynkariya malbatê rexne dikin. Em dibêjin ku bicihanîna vê yekê dê bibe sedema gelek tiştên xirab, lê jixwe bi awayekî veşartî li qereqol û dadgehan navbeynkariya malbatê tê kirin. Çawa dibe? Mînak em ji gelek serlêderên ku tên baroyê, ji miwekîlên xwe jî dibihîzin ku jin diçin qereqolê. Qereqol jî wekî ku ev qadeke taybet e û mudaxeleyê wê ne mumkin e, tev digere. Bi gotina ‘di nava malbatê de dibe, tê çareserkirin. Jixwe cezayekî zêde nagire’ wan dişînin. Erê, qanûneke bi bandor heye."
 
Îrem Îlhan diyar kir ku di Qanûna Hejmar 6284 de, bêyî ku bi belgeyekê ve girêdayî be, gotina “beyana jinê esas e” cih digire û ji bo girtina biryara tevdîra parastinê, pêwîstî bi tu belge û delîlan nîne, lê carinan dadgeh ji bo girtina biryara tevdîra parastinê, delîlan ji wan dixwazin. Îrem Îlhanê wiha got: “Mînak dema biryara dûrxistinê didin, rexmê ku pêwîstiya me bi raporeke derbkirinê tune be jî, em raporeke derbkirinê pêşkêş dikin. Di gelek tevdîrên parastinê yên ku ev qanûn pêşkêşî me dike de, em delîl an jî belgeyan pêşkêş dikin, tevî ku di qanûnan de cih nagire jî, ji bo ku ew biryara tevdîra parastinê li ser navê jina mexdûr a serlêder bê girtin. Kêmasiyeke din jî ew e ku dema li qereqolê biryara dûrxistinê tê dayîn, her carê dixwazin ku mehekê bê dirêjkirin. Li gorî qanûnê dikare 6 mehan bê dayîn. Jixwe jin dema ya yekemîn digire jî gelek mexdûr dibe. Piştî mehekê careke din dixwazin ku bê dirêjkirin. Qanûn gelek derfetan dide, lê nayê cîbicîkirin.”
 
LI KURDISTANÊ PIRSGIRÊKA ZIMAN 
 
Îrem Îlhan bal kişand ser mexdûriyeta zimanê dayikê li bajarên Kurdistanê û diyar kir ku jinên Kurd ji ber ku nikarin zimanê xwe yê dayikê bikar bînin mexdûr dibin û jina ku ji ber destûrnedayîna axaftina bi zimanê xwe yê dayikê an jî fêmnekirina aliyê din nikare derdê xwe rave bike û serlêdanê bike.
 
ÇIMA BÊZEKIRIN
 
Îrem Îlhanê destîşan kr ku sedema herî girîng a zêdebûna qetlîamên jinan polîtîkaya bêcezakirinê ye û ev tişt got: “Her cezakirin xwedî mueyîde ye. Di qanûnê de ev mueyîde hatine verastkiin. Lê dema ku faîl an jî faîlên potansiyel van sûcan dikin û rastî tu mueyîdeyê nayên, jixwe tiştekî paşvekişandinê çênabe. Bi gotineke din, encama wê dibe ‘min kir, tiştek nebû. Ger ez vê jî bikim, tiştek nabe’. Cezayê wê di qanûnê de hatiye veraskirin, lê heta ku ew mueyîde neyê cîbicîkirin, verastkirina wê di qanûnê de tu girîngiyek nîne. Pêwîst e bi awayekî fîzîkî bê cîbicîkirin. Mirinên jinan ên bi guman, hemû qetlên jinan siyasî ne û di bingeha wê de polîtîkaya bêcezakirinê heye. A rast ji bo parastina jinan, ne qanûn, divê hişmendî û polîtîka bê guhertin,” 
 
TÊKOŞÎNA POLÎTÎK A LI DIJÎ TUNDIYÊ
 
Îrem Îlhanê diyar kir ku têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinê ne têkoşîneke polîtîk a yekalî ye, lê piralî ye û got wiha berdewam kir: “Ji şaredariyan heta dadgehan, heta qereqolan, li her qadê divê wekheviya zayendî ya civakî bibe bingeha esasî û ne faîl, divê jiyana jinê di navenda parastinê de be. Di heman demê de, têkoşîna li dijî tundiya mêr veguhertina mêran jî pêwîst dike. Ji ber vê yekê, perwerde, zimanê medyaya di çapemeniyê de, kampanyayên hişmendiya civakî jî beşek ji vê têkoşînê ne. Ev têkoşîneke hevpar e; têkoşîneke ku divê hemû sazî û yekine berpirsiyariyê li xwe bigirin. Em dikarin tundiyê wekî pirsgirêkeke polîtîk bibînin û bi çareseriyên polîtîk ve bi dawî bikin.
 
PEYAMA 25'Ê MIJDARÊ
 
25’ê Mijdarê, roja hesabxwestin û ji nû ve avakirina jiyanê ye. Ji bo bilindkirina dengê jinên ku hatine înkarkirin û bi awayekî şênber nîşandana ku em li dijî tundiyê ne, pir girîng e. Her 25’ê Mijdarê li kolanan em dibêjin ‘em li vir in û dixwazin bijîn’ û îradeya xwe nîşan bidin. Em di 25’ê Mijdarê de li qadan in, ji bo jinên ku hatine kuştin edaletê, ji bo jinên ku dijîn azadiyê û ji bo pêşeroja xwe jî wekheviyê dixwazin. Di 25’ê Mijdarê de çûyîna li qadê tê wateya parastina mafê me yê jiyanê. Bangeya me ji bo hemû jinan ew e ku em di 25’ê Mijdarê de li qadan bin."
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel