Jinan di sala 2023'yan de got 'azadî'

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Sala 2023’yan ji bo jinên ku li her qadê li dijî êrişan têdikoşin bû sala berxwedanê. Jin, li dijî polîtîkayên zayendîparêz yên AKP’ê û pergala mêrsalar, têkoşîna xwe ya ji bo bidestxistina jiyaneke nû, wekhev û azad bênavber domandin.

Sala 2023’yan ku hindik maye biqede, bi berxwedana jinan a li dijî zext û zordariyan derbas bû. Di sala 2023’yan de ku cihêkariya civakî û aborî kûrtir bû, jin û zarokên keç ji perwerdehiyê bigire heta tenduristiyê, bi taybetî jî di jiyana karî de hatin paşguhkirin. Tirkiye bû yek ji 3 welatên (Tirkiye, Japonya, Koreya Başûr) ku newekheviya zayendî ya herî zêde lê heye. Li gorî Rapora Şopandina Wekheviya Zayenda Civakî ya Komeleya Şopandina Wekheviya Zayendî (CEÎD); Tirkiye bi nirxa 56,5 di nav 36 welatan de di rêza 35'emîn de ye. Di rapora 2023'yan a Wekheviya Zayendî ya Forma Aboriyê ya Cîhanê de jî, Tirkiye di nava 149 welatan de di rêza 129'an de cih girt. Her ku jin xizan bûn, tundiya li ser jiyana wan jî dijwar bû. Di vê salê de, bi taybetî giranbûna barê debarê û bihabûn, hem keda jinan xwar hem jî kir ku zêdetir têkevin ber çerxa tundiyê. 
 
Piştî ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê, kuştina jinan zêde bû û hedefa din a feraseta mêr-dewletê, bû qanûna bi hejmara 6284'an ku "Parastina Malbatê û Pêşîgirtina li Tundiya li Ser Jinê" ye. Zêdebûna tundiya li ser jinê, destavêtin, destdirêjî, komkujî û xwenegihandina edaletê bûn mijarên sereke ku di sala 2023’yan de pir hatin nîqaşkirin. Penaberî, xizanî, bêkarî, krîza aborî, wêrankirina xwezayê û qadên jiyanê, kûrkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û belavbûna wê ya li nav civakê û polîtîkayên şerê taybet, bandoreke mezin li jinan kirin. Jinên ku li dijî van hemûyan biryara berxwedanê dan, di sala 2023’yan de li dijî feraseta netew-dewletê bênavber têkoşiyan. 
 
365 ROJAN TÊKOŞÎN
 
Jinên ku di hemû qadên jiyana civakî de ji aliyê desthilatdariyê ve di warê maf û azadiyan de hatin dorpêçkirin, li aliyekî li dijî krîza aborî ya kûr, têkoşîna ji bo debara xwe û ji aliyê din ve jî li dijî zêdekirina desteserkirina maf, neheqî, cihêkariya ji ber newekheviya zayendî, tundî, kuştin, destavêtin, destdirêjî û mobbîngê têkoşiyan. Tevî tundiya dewleta mêrserwer jî ne dev ji têkoşînê berdan ne jî kolan terikandin. Jin li dijî tundiyê û cinayetan li dadgeh û kolanan dengê xwe bilind kirin û ji bo mafên xwe û ji bo civakeke wekhev û azad li dijî pergala "cemaetê" ku desthilat dixwaze di çarçoveya "jina maqûl" de ava bike, li ber xwe dan. Saziyên jinan, feraseta ku îdia kir "komkujiyên jinan kêm bûne" û bi vê pesnê xwe dan, bi xebatên xwe teşhîr kirin. 
 
ROJA EWIL A 2023'YAN
 
Di roja yekem a salê (2’ê Çile) de jinan bi êrişa li ser mafên xwe yên dest bi sala nû kir. Lijneya Daîreyên Doza Îdarî ya Şûraya Dewletê biryara serokkomarê AKP'î ya ji bo fesixkirina Peymana Stenbolê, li gor hiqûqê hesiband. Bi vî awayî Tirkiye bi awayekî fermî ji Peymana Stenbolê vekişiya.
 
ERDHEJA 6'Ê SIBATÊ
 
Yek ji rojeva jinan a girîng a vê salê jî erdhejên 6'ê Sibatê bû ku navenda wan Mereşê bû û bandor li 11 bajaran kir. Li gorî daneyên fermî, di erdhejê de 50 hezar û 96 kesan jiyana xwe ji dest da. Li van herêmên erdhejê herî zêde jin, zarok, kal û pîr û astengdar derdorên xwedî dezavantaj bûn. Gelek jinên sax filitîn, bi zayendparêziyê re rû bi rû man. Nebûna tuwaletan, amûrên paqijiyê, qadên şûştinê û xizmetên tenduristiyê dayikan hin ji zor û zehmetiyên sereke bûn. Li konan tundiya zayendî, aborî, fizîkî û derûnî jî berdewam kir. Li gelek bajaran, bi taybetî jî mafê bingehîn ê jiyanê bi xetereyê re rû bi rû ye. Li gel vê, li 11 bajaran di 11 mehan de 67 jin hatin qetilkirin. Daxwaza "cihê ewle" ya jinên ku di stargehên qelebalix de ji ewlekariya xwe û zarokên xwe bi fikar in, hîna pêk nehatiye. 
 
Dema ku rayedarên dewletê tenê li qewmînan temaşe dikirin, gelek jin û çûn bajarên erdhej li wan çêbûne û torên hevgirtinê ava kirin. Ji bo pêdiviyên jinan bi qamyonên taybet amûr ji herêmê re hatin şandin, "Konên Hevgirtinê yên Jinan" hatin vedan û hewl dan pêdiviyên jinên ku ji erdhejê zirar dîtine bên peydakirin. Her wiha jinên li herêmê, bi tîmên taybet hatin rehabîlîtekirin.
 
ROJEVA NEGUHERBAR
 
Di sala 2023’yan de her ku êriş zêde bûn têkoşîn jî zêde bû û jin li malên ku ji qereqol, polîs, dozgerî û mêvanxaneyan şûnde hatin vegerandin, li malên ku tahde li wan dihat kirin hatin qetilkirin. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), di 11 mehan de 286 jin hatine qetilkirin û 218 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Ji van jinan 118 jê ji aliyê mêrên ku wan re zewicandî bûne, 40 jê ji aliyê mêrên li gel xwe, 39 jê ji aliyê hevjînên xwe yên berê an jî kur, bav û birayên xwe ve hatine qetilkirin. Daraza ku xweseriya xwe winda kiriye, bû navenda parastin û beraeta sûcdarên mêr. Di gelek dozên destdirêjiyê de, an cezayê sûcdaran hat kêmkirin an jî der barê wan de biryara beraetê hat dayîn. Sûcên destdirêjî û destavêtinê yên ji aliyê kesên biunîforma ve tên kirin, zêde bûn. Zexta li ser jinên têkoşer derket asta herî jor. Jinên ku bi siyaset û têkoşînê re mijûl dibin, rastî heqaretan hatin, hatin binçavkirin, hatin girtin û bi cezayên giran hatin darizandin. 
ROJEVA JINÊN KURD
 
Rojeva jinên kurd ku yek ji dînamîkên girîng ên têkoşînê ne, wekî salên din vê salê jî rojeveke tije bû. Azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi polîtîkayên şerê taybet 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û 33 meh in agahî jê nayê girtin, bû rojeva sereke ya jinên kurd. Jinan ji meha yekem a salê vir ve bi dirûşmeya "Ji Abdullah Ocalan re azadî" xebat û kampanya bi rê ve birin. Jin pêşengtiya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" ku di 10'ê Cotmehê de li qada navneteweyî hat destpêkirin, kirin. Di vê çarçoveyê de di 4'ê Mijdarê de li Amed, Mêrsîn û Edeneyê; di 5'ê Mijdarê de li Wanê, di 13'ê Kanûnê de li Stenbolê bi pêşengiya dayikên ku zarokên wan di girtîgehê de ne û ji bo aştiyê têdikoşin "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin.
 
13 HEZAR Û 977 JIN DI GIRTÎGEHÊ DE SALA 2023'YAN PÊŞWAZÎ KIRIN
 
Di sala 2023’yan de ku tundî û binpêkirinên mafan her di rojevê de bûn, qereqol, midûriyetên polîsan û girtîgeh yek ji wan cihwan bûn ku jin herî zêde rastî tundiyê hatin. Li gorî daneyên Wezareta Edaletê di 1'ê Çileya 2023'yan de hejmara girtî û hikumxwarên jin 13 hezar û 977 e. 32 jinên di binçavan û girtîgehan de rastî tundiya zayendî ya bi destê dewletê hatin ji bo alîkariyê serî li Ofîsa Alîkariya Hiqûqî ya li Dijî Destdirêjî û Destavêtina Zayendî dan. Di rapora 2023'yan a Ofîsê de, cureyên îşkenceyê wekî çêr, derbkirin,  destavêtina zayendî, lêgerîna tazî, bi awayekî tazî rabûn û rûniştin, demeke dirêj di wesayîtê an jî di odeyê de rawestandin, nedayîna av û xwarinê, neşandina tuwaletê, muayenekirina bi awayekî kelemçekirî, ji odeya bijîşk nederxistina polîsan, ji bo pitikan nedayina ptikan an jî mama, xwenegihandina ava paqij û berhemên hijyenîk hatin rêzkirin. 
 
Li Girtîgeha Hatayê ku piştî erdheja 6'ê Sibatê di dema hewldana firarkirinê de 3 girtîgeh lê jiyana xwe ji dest dan, tundiya zayendî ya ku girtiyên edlî yên jin pê re rû bi rû dimînin, bi awayekî eşkere derket holê. Girtiyên jin ku rojekê birçî hatin hiştin û tu pêdiviyên wan nehatin dabînkirin, tiştên hatin serê wan ji parêzerên Ofîsa Alîkariya Hiqûqê ya li Dijî Destavêtin û Destdirêjiyê re gotin. 
 
REWŞA STARGEHAN
 
Saziyên jinan bi israra li ser jinên li stargehan hatin bicihkirin sekinîn, lê rayedar tenê temaşe kirin. Jinên ku ji dewletê alîkarî xwestin, bi hinceta nebûna stargehan bi mirinê re rû bi rû man. Li welêt tenê 145 stargehên ku jinên rastî tundiyê tên dikarin serî li wan bidin hene. Lê li gor xala 14'emin a Qanûna Şaredariyan divê li bajarên ku nifûsa wan li ser 100 hezarî ji bo zarokan û jinan mêvanxane bên avakirin. Lê ev yek hê jî esas nehatiye girtin. Ji hezar û 181 jinên ku di navbera 1'ê Adara 2022-1'ê Adara 2023'yan de serî li Weqfa Sitargeha Jinan a Mor Çatîyê dan, ji bo stargehê alîkarî xwestin. 
 
ÎSTIHDAM KÊM BÛ
 
Li welêt ku îstîhdama jinan kêm e, di nava salê de rêjeya bêkariyê zêde bû. Di Îstatîstîkên Cotmeha 2023'yan ên Piyaseya Kar a Midûriyeta Giştî ya Saziya Kar a Tirkiyeyê û Serokatiya Daîreya Îstatîstîkê, hejmara betalan 2 milyon û 519 hezar û 163 kes e. Ji betalên ku li ÎŞKÛR'ê qeydkirî ne ji sedî 48,7 mêr û ji sedî 51,3 jin in. Li gorî hesabên ku di rapora Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a bi navê “Pêşniyara Bêkarî û Îstihdamê” de, hejmara bêkaran ku bi giştî li gorî bandora demsalî hatiye sererastkirin bûye 8 milyon û 143 hezar.
 
JI BUDÇEYÊ JI BO JINAN TENÊ 2 MILYAR Û 900 MILYON HAT VEQETANDIN
 
Pêşnûmeya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya ji bo budçeya sala 2024'an 334 milyar û 349 milyon û 925 hezar lîre bû. Ji vê budçeyê tenê 2 milyar û 900 hezar ji bo jinan hat veqetandin. 
 
SALA NÛ BI BERXWEDANÊ TÊ PÊŞWAZÎKIRIN
 
Bi krîza aborî re her ku bêkarî û xizanî kûrtir bû, zext, tundî û binpêkirinên mafan ên li ser karkerên jin jî zêde bûn. Karkerên jin ên li Depoya Dermanan a Selçûkê dixebitîn û karkerên çandiniyê yên li Serevaniya Bergamayê dixebitîn, ji ber ku endamê sendîkayê bûn di 22'y Tebaxê de ji kar hatin avêtin û li Rihayê jî Tekstîla Ozakê li karkeran ferz kir ku sendîkaya we biguherînin, lê karkerên ku sendîkaya xwe negiharndin ji kar hatin avêtin. Li ser vê karkerên jin di 27'ê Mijdarê de dest bi berxwedanê kirin. Karkerên jin sala 2024'an bi têkoşînê pêşwazî dikin. 
TÊKOŞÎNA JI BO EDALETÊ
 
Yek ji têkoşîna herî girîng a sala 2023’yan jî têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşarê bû. Emîne Şenyaşar ku ji bo hevjîn û kurên xwe yên di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hatin qetilkirin têdikoşe, nobeda xwe ya edaletê di 18'ê Tîrmehê de lı Enqereyö domand. Şenyaşar ku her roj ji Deriyê Meclisê yê Dîkmenê heta Wezareta Dadê bi kursiya biteker dimeşe, di 14'ê Îlonê de emeliyat bû. Dayikên ku ji bo keçên xwe yên di encama tundiya mêran de jiyana xwe ji dest dane, dest ji korîdorên edliyeyê bernedan, îsal jî lêgerîna xwe ya ji bo "edaletê" berdewam kirin.
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TIFAQA MÊRAN
 
Di sala 2023'yan de yek ji rojeva herî girîng jî hilbijartin e. Di hilbijartinên 14'ê Gulanê de nûnertiya jinan bal kişand. Di Hilbijartina Giştî ya 28'emîn de ji 600 parlamenteran 121 jê jin bûn. Rêjeya temsîliyeta jinan ku di Parlamentoya Serdema 27'an de ji sedî 17,1 bû, di serdema 28'an de bû ji sedî 20,1. Rêjeya herî zêde ya parlamenterên jin ya Partiya Çepên Kesk e. 
 
Ji aliyê din ve, piştî ku partiyên wekî Huda Par ku hêla siyasî ya Hîzbullahê ye û Partiya Yenîden Refahê yên dijberê jinan di lîsteya AKP'ê de hatin hilbijartin û ji bo heyama 28'an ketin meclisê, di warê jinan de pêvajoyeke nû ya têkoşînê dest pê kir. Tifaqa mêran ku di pêvajoya hilbijartinê de mafên bidestxistî yên wekî qanûna bi hejmara 6284 û Mafê Nefeqeyê kirin mijara bazarê, di serdema nû de bi rêya "Qanûna Malbatê" Qanûna Medeniyê hedef girtin. Sala 2023’an di ser çarşefrê re bi nîqaşên li ser Destûra Bingehîn bi dawî bû. Sala 2024’an amaje bi wê dike ku dê polîtîkayên zayendperest zêdetir bibin û dê ji bo jinan bibe saleke têkoşîneke bênavber. 
 
Di sala 2023’an de hin geşedanên girîng ên têkoşîna jinan bi vî rengî ne:
 
ÇILE
 
2'yê Çileyê: Lijneya Daîreyên Dozên Îdarî yên Şûraya Dewletê, biryara 20'ê Adara 2021'ê ya serokkomarê AKP'î ya der barê fesixkirina Peymana Stenbolê  de li gor hiqûqê dît. Piştî vê biryarê Tirkiye bi awayekî fermî ji Peymana Stenbolê vekişiya. Jinên ku dev ji peymanê bernedan jî daketin qadan û biryardayîna xwe ya ji bo têkoşînê dan der.
 
3’ê Çileyê: Girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê li dijî ferzkirina hejmartina şipyakî û kûrkirina şert û mercên tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger ya 10 rojan kirin.
 
3'yê Çileyê: Damezrînerê Weqfa Hiranûrê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlaxa Yûsûf Ziya Gumuşel, keça xwe ya 6 salî bi şagirtê xwe Kadîr Îsteklî re zewicand. Piştî ku ev tecawiza bi salan derket holê, bi piştgiriya hemû komên partiyan ên li meclisê biryar hat girtin ku ji bo "Pêşîgirtina li sûcên li hemberî zarokan û vekolandina tevdîrên divê bên girtin" komîsyoneke ji 19 endaman bê avakirin. 
 
7'ê Çileyê: Qomsêr Serdar Erdoganê ku li Kagithane ya Stenbolê wekî kirîgerekî ket marketekê, nêyî destûr dîmenên kirîgerên jin girtin û ew taciz kirin. Hat diyarkirin ku Erdoganê ku li ser giliyê hat binçavkirin di telefona wî de dîmenên gelek jinan ên bi awayekî veşartî hatibûn girtin, hatin dîtin. Erdogan ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
 
8’ê Çileyê: Jinan yekemîn çalakiya xwe ya girseyî ya salê li Qada Îskele ya Kadikoya Stenbolê li dar xist. Jinan li vir xwestin ku di sala 2023'yan de "ji Erdogan xilas bibin."
 
9'ê Çileyê: Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê bi hinceta ku di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî"yê berz kirine, lêpirsîn hat vekirin. Di encama lêpirsînê de mehek cezayê qedexeya hevdîtinê li jinan hat birîn.
 
10'ê Çileyê: Xelata Olof Palme liyaqî Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û aktıvîstên jin ên Ukraynayî û Îranî hat dîtin.
 
17'ê Çileyê: Baran Kizil ê ku li Amedê bi gotina "Dewlet li pişt min e" hewl dan dest dirêjî Îpek Gulşenê bike, di 17'ê Çileyê de di danişîna ewil a 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat berdan.
 
19'ê Çileyê: Li Efrînê cihên îşkenceya zayendî û destdirêjiyê derketin holê ku jinên ji aliyê komên paramîlter ên girêdayî Tirkiyeyê ve li van deran dihatin desteserkirin. 
 
28’ê Çileyê: Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşmeya “Serhildana me li dijî desthilatdariya mêr e, israra me ji bo jiyana azad û wekhve e" 12'emîn Konferansa Jinan li dar xist.
 
31'ê Çileyê: Jinek li Deriyê Sînor ê Xabûrê yê navçeya Silopiya ya Şirnexê rastî tundiyê karmendên gumrukê û peywirdarên ewlehiyê hat.
 
SIBAT
 
6’ê Sibatê: Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî de bi hinceta “Binpêkirina qanûna civî, xwepêşandan û meşê" li Cizîrê der barê 23 jinan de lêpirsîn hat vekirin.
 
13'ê Sibatê: Piştî erdhejên 6'ê Sibatê yên Mereşê, Tora Koordînasyona Afetê ya Koalîsyona Jinan hat avakirin.
 
15'ê Sibatê: Serlêdana ji bo girtina Mertcan Avci, birayê Cemal Metîn Avci yê ku Pinar Gultekînê qetil kir, hat redkirin.
ADAR
 
6'ê Adarê: Rêveberê Plansazkirin û Bajarvaniyê yê Şaredariya Seferîhîsarê Erkan Demîr ku bi dîmen û peyamên zayendî jinên li Şaredariya Seferîhîsarê dixebitin taciz kir, Şaredar Îsmaîl Yetîşkîn ew şand destûrê. 
 
7'ê Adarê: D.A.ya û zaroka xwe ku li Elbîstanê ji ber erdhej li konebajar diman, Molla A.yê zewicandî ew derb kirin. 
 
8'ê Adarê: Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li Tirkiye û cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Di 21’emîn Meşa Şeva Femînîst a Stenbolê de jinan barîqatên hatin danîn şikandin û li 11 bajarên ku bandor ji erdhejên Mereşê girtin, jinan 8’ê Adarê bi têkoşîna ji nû ve avakirina jiyanê pêşwazî kirin.
 
NÎSAN
 
2'yê Nîsanê: Partiya Çepên Kesk bi dirûşmeya "Em li vir in, em ê bi jinan re biguherînin" dest bi xebatên hilbijartinên 2023'yan kir.
 
11'ê Nîsanê: Serlêdana Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ya têkildarî biryara fesikirina Peymana Stenbolê ya li Şûraya Dewletê, ji aliyê Lijneya Daîreyên Doza Îdarî ya Şûraya Dewletê ve hat redkirin.
 
17'ê Nîsanê: 68 jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê name ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re şandin û di nameya xwe de daxwaza lêkolîn û rêgirtina li mirinên li girtîgehan kirin.
 
HEZÎRAN
 
9'ê Hezîranê: Li Amedê cerdevan Selahattîn Ûmay hewl da jina ku pê re zewiciye, bikuje. 
 
20'ê Hezîranê: Di êrişên Tirkiyê yên li ser bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Hevseroka Kantona Qamişlouê Yusra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş (Rihan Amûdê) û ajokarê wesayîtê Firat Tûma hatin kuştin.
 
24’ê Hezîranê: Pirtûkxaneya Jinan, Navenda Arşîv û Lêkolînê hat vekirin ku Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin demeke dirêj ji bo wê dixebitî. 
 
TEBAX
 
4’ê Tebaxê: Der barê siyasetmedarên jin ên kurd Pervîn Odûncû, Ayşe Yagci, Ayla Akat Ata, Meryem Belî û Dîlek Yagli yên ku di Doza Kobanê de bi awayekî girtî yên darizandin,  bi hinceta lîmonên ji kantînê stendine doza “ava lîmonê” hat vekirin. Di îdianameyê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat amadekirin, ava lîmonê wekî "alkola etîl" hat nirxandin.
 
ÎLON
 
8'ê Îlonê: Konferansa Jinan ku di çarçoveya jinûvesazkirinê de ji aliyê Partiya Çepên Kesk ve hat lidarxistin û 2 rojan dewam kir, hat lidarxistin.
 
11'ê Îlonê: 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li endama damezrîner a Komeleya Jinan a Rosayê Narîn Gezgorê hat birîn.
 
13'ê Îlonê: Doza girtina Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) ku bi hinceta "kiryarên derqanûnî û bêexlaqî" hatibû vekirin, ji aliyê 37'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hat redkirin.
 
COTMEH
 
6'ê Cotmehê: Vodafone Netê ji ber biryara BTK'ê malpera JINNEWS'ê asteng kir.
 
*Li bajarê Serêkaniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê di bin kontrola Tirkiyeyê de, 2 jin bi çekê hatin qetilkirin.
 
20'ê Cotmehê: Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) benda yekemîn a xala 286'an a Qanûna Medeniyê ku nahêle jin doza redkirina ezbetê veke, betal kir. Bi biryarê re rê li ber jinan vebû ku ji bo doza navborî vekin.
 
20'ê Cotmehê: Dozger di doza "Ava Lîmonê" de ku der barê 5 siyasetmedarên jin de (Pervîn Odûncû, Ayşe Yagci, Ayla Akat Ata, Meryem Belî û Dîlek Yagli) yên di Doza Kobaniyê de bi awayekî girtî tên darizandin, biryara beraetê da.
 
31'ê Cotmehê: Çawişê pispor Eyûb K. yê ku li Nisêbînê dest avêtibû 4 zarokan, di duyemîn danişîna dozê de bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan.
 
 
MIJDAR
 
1'ê Mijdarê: "Xelata Rojnamegerên Herî Berxwedêr" a ku ji aliyê Free Press Unlimited ve hat organîzekirin, ji Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) ya girtî û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Mûftûoglûyê re hat dayîn.
 
7'ê Mijdarê: Aygul Dokû, xwişka mezin a Gulistan Dokû ya xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ku ji 5’ê Çileya 2020’an ve li Dersimê winda ye, xwest hevdîtinê bi waliyê bajêr re bike. Lê walî Bulent Tekbiyikoglû, daxwaza ji bo hevdîtinê bêbersiv hişt. 
 
7'ê Mijdarê: Rojnamegerên jin ên kurd li Amedê avakirina Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê ragihandin.
 
7-8’ê Mijdarê: Jinên kurd Gulistan Dehşet, Dîdar Çeşme, Bedîa Akkaya, Fîgen Aras Kaplan, Hatîce Gungor, Hulya Kînagû, Fîgen Ektî, Mekiye Ormancî, Amîne Demîr Çoban, Zeynep Boga, Tamcîhan Çelebî, Sûltan Esen, Besîle Narîn, Meral Şîmşek, Zekiye Guler, Hulya Taşar, Yelîz Ayyildiz Kiyak, Dîlan Akpolat, Merve Tekîn Demîrel, Aysel Ceylan, Hazal Aras û Berîtan Can Yaşa di 2'yê Kanûna 2022'yan de di çarçoveya lêpirsîneke bi navenda xwe Enqere hatin binçavkirin. Ji van jinan Gulistan Dehşet, Dîdar Çeşme, Bedîa Akkaya, Fîgen Aras Kaplan, Hatîce Gungor, Hulya Kînagû, Fîgen Ektî, Mekiye Ormancî, Amîne Demîr Çoban û Zeynep Boga bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "avakirin û rêvebirina rêxistinê" hatin girtin. Danişîna yekem li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Dadgehê di biryara xwe de biryara berdewamkirina girtina Zeynep Boga û berdana 9 jinan da.
 
19'ê Mijdarê: Xelata "Mirovahî û Wêrekiyê" a Weqfa Paul Gruninger liyaqî aktivîsta jin a kurd û Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) ya berê Ayşe Gokkanê ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye, hat dîtin.
 
20'ê Mijdarê: Meclisa Jinan a DEM Partiyê starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê da destpêkirin.
 
23'yê Mijdarê: Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo Peymana Stenbolê ya hat fesxikirin "demildest" bê îmzekirin, bang li Komîsyona Karên Derve ya Meclisê kir ku li hev bicive û ji bo vê hevdîtinan bides destpêkirin. 
 
23'yê Mijdarê: Polîs Orhan A. ê ji ber qetilkirina Gulcan Yeşîlmenê li Mîdyadê hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.
 
24'ê Mijdarê: Wezîra Malbatê û Xizmetên Civakî Mahînûr Ozdemîr Goktaş ku di Civîna Serokan ya Bernameya Peydakirina Derfetên Wekheviya Jin-Mêran  û Bihêzkirina Jinan (KEFEK) de axivî, daxuyand ku ew ji bo jinan li ser xebata elestan û ji dûr ve, modelên hîbrît û kreşên bi cureya taxê dixebitin. 
 
25'ê Mijdarê: Li Tirkiye û Kurdistanê jin bi dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî"yê daketin kolanan.
 
27'ê Mijdarê: Danişîna serlêdana jinan a li Şûraya Dewletê ya ji bo rawestandina biryara serokkomariyê ya ji bo betalkirina Peymana Stenbolê, li 10'emîn Daîreya Şûraya Dewletê hat lidarxistin.
 
29'ê Mijdarê: Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MGK) 1'emîn Lijneya Giştî li dar xist.
 
KANÛN
 
4'ê Kanûnê: Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê ya AKP'î Mêvanxaneya Jinan a bi derfetên şaredariyê hatibû avakirin, bi hinceta "budçe têrê nake" ji bo 25 sal in dewrî Wezareta Malbatê û Xizmetên Civakî kir.
 
9-14'ê Kanûnê: Şandeya Delegasyona Jinan a Navneteweyî ku ji parêzer, parlamenter, ekolojîst û nûnerên saziyên sivîl ên welatên Ewropayê û ji 7 kesan pêk tê, ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di bin tecrîda girankirî de, li Stenbol û Amedê hin hevdîtin kirin.
 
14'ê Kanûnê: Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) bang kir ku di Hilbijartina Herêmî ya 31'ê Adara 2024'an de herî kêm ji sedî 50'yê namzetan jin bin.
 
MA / Yusra Batihan