Pergala darazê veguherî buroya hiqûqê ya AKP'ê

img
ENQERE - Pergala darazê ku roj bi roj vediguhere amûreke zextên mezin a li ser civakê, di sala 2023’yan de bû amûra herî bikêr a desthilatê. Di nava salê de, daraz hema bêje veguherî "Buroya Hiqûqê ya AKP-MHP'ê".
 
Di serî de kurd bi giştî derdorên muxalif ên Tirkiyeyê, di bin siya darazê de ku hem bêje AKP'ê ew veguherandiye buroyeke hiqûqê ya girêdayî xwe, ketın sedsala duyemîn a komarê. AKP ya ku bi soza demokrasî, aramiyeke aborî û Destûra Bingehîn a sivîl û ji darbeyê xalî hat ser desthilatdariyê, di 100'emîn salvegera komarê de welêt veguherand girtîgeheke mezin a di bin tecrîdê de. Wekî her desthilatdariyê AKP'ê jî bi feraseta “Bila kurd dayika xwe nebîne” daraz li ser kurdan wekî şûrê Demokles bi kar anî. Ev yek, bi pergala tecrîdê ya 25 sal in li Girava Îmraliyê tê pêkanîn ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî li wir hat hepskirin, li tevahiya Tirkiyeyê belav bû. Qanûnên ku bi armanca “Bila Ocalan jê s»dê negire" hatin dîzaynkirin, bûn bingeha pergala darazê. 
 
Rewşa nexebergirtina ji Îmraliyê ku ji 25'ê Adara 2021'ê ve tu xeber nayê girtin, di sala 2023'yan de jî dewam kir û şert û mercên giran ên tecrîdê li tevahiya welêt belav bûn. Jixwe Girtîgeha Girava Îmraliyê bi xwe, ku navên wê ji roja destpêkê heya niha hatine guhertin jî, wekî navenda pêkanîna polîtîkayên ku partiyên desthilatdar dixwazin pêk bînin, hat hilbijartin. A rast, çendî sala 2023’yan bû cihê nîqaşên li ser tecrîdê ya ku ji sala 2015’an ve hatiye kûrkirin jî, di heman demê de bû sala ku berxwedana grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina van şert û mercên tecrîdê.
 
Li gorî salên berê, sala 2023'yan bû sala ku daraz ket bin serweriya desthilatê. Sala 2023’yan, bû sala ku guh li biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û bû sala domandina girtina bi hezaran siyasetmedaran. Biryarên ji aliyê "daraza ku siyasîbûna wê hatiye tescîlkirin" ve hatin girtin, li ser civakê veguherîn amûrên zextê. Lê ji ber rabûna di çaçroveya azadiya fikr û ramanê ze, derket holê ku desthilat di vê qadê de negihaştiya wan armancên ku li pêy wê ye. 
 
PÊVAJOYA SIYASÎBÛNA DARAZÊ
 
Di sala 2023’yan de, awayê herî berbiçav ê pêbajooya siyasîbûna daraza Tirkiyeyê, li Girtîgeha Girava Îmraliyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan zêdetirî 24 sal in lê tê girtin xwe da der. Di sala 2023’yan de jî astengkirina mafê hevdîtina bi malbatê û parêzeran re yê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê bi hinceta “cezayên dîsîplînê” berdewam kir. 
 
DOZA KOBANÊ
 
Darizandina doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 18 jê girtî 108 kes tên darizandin, di sala 2023'yan de bênavber berdewam kir. Doza ku di raya giştî de bi navê "Doza Kobanê" tê zanîn û danişîna wê ya yekem di Nîsana 2021'ê de dest pê kir, di destpêka sala 2023'yan de bi awayekî periyodîk (du hefteyan) berdewam kir. Doz di dema betlaneya edlî de jî hat domandin. 
 
Di sala 2023'yan de di dozê de hema bêje hemû daxwazên parêzeran tên redkirin û xebatên siyasî yên siyasetmedarên wekî sûc hatin hesibandin û meqama îdiayê xwest ji 29 sûcên cuda li her kesekî/ê 38 caran cezayê muebeda giran û 19 hezar û 680 sal cezayê girtîgehê bê birîn. 
 
NEPÊKANÎNA BIRYARÊN DMME'YÊ
 
Sala 2023’yan bû ew sal ku biryarên der barê binpêkirinên mafan de yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) esas neyên girtin. DMME'yê di Sibata 2023'yan de, Selhattîn Demîrtaş jî di nav de der barê rakirina parêzbendiya 40 parlamenterên HDP'ê de biryara binpêkirinê da. DMME'yê di 6'ê Hezîrana 2023'yan de jî dserlêdana ji aliyê parêzerên Demîrtaş û Yuksekdagê ve hat kirin di cî de dît û biryara binpêkirinê da û destnîşan kir ku Tirkiye Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpê kiriye. 
 
BIRYARÊN KOMÎTEYA WEZÎRAN
 
Komîteya Wezîran ku saziya rêvebir ya Konseya Ewropayê ye, di civînên xwe yên 5-7'ê Kanûna 2023'yan da biryarên binpêkirinê yên berê yên DMMEyê dabûn û nepêkanîna wan nirxand. Komîteyê bang li Tirkiyeyê kir ku di dozên Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş de bi biryarên DMME'yê pêk bîne û demildest wan berde. Komîteyê biryar da ku heta civîna Adara 2024'an di vî warî de pêwendî bi Tirkiyeyê re bê danîn. Her wiha Komîteyê dubare kir ku Lijneya Dadwer û Dozgeran (HSK) li gorî pîvanên gerdûnî tevegeriyaye û divê bê guhertin.
 
DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN Û KRÎZA DARAZÊ
 
Divêtiyên biryara binpêkirinê ya der barê Osman Kavala de esas nehatin girtin û li gel vê Can Atalayê ku ji ber doza Parka Geziyê girtiye, çendî di hilbijartina 14'ê Gulana 2023'yan de ji Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) wekî parlementerê Hatayê hat hilbijartin û mazbataya xwe wergirt jî, ji ber ku nehat berdan nikaribû li meclisê sond bixwe û dest bi xebatên xwe bike. Bi vê re Daîreya Ceza ya 3'yan a Dadgeha Bilind di 28'ê Îlonê de cezayê muebeda giran ê li Osman Kaval û 18 sal cezayê li Can Atalay hatibû birîn pesend kir. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind di 3'yê Mijdarê de der barê biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn de ku ji  bo Can Atalay dabû, nêrîna xwe ji 3'yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind re şand. Di 8'ê Mijdara 2023'yan de 3'yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind biryar da ku giliyê endamên Dadgeha Destûra Bingehîn yên ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn esas negirtine û xwestine Can Atalay bê berdan, bê kirin. 
 
Hiqûqnas, Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê, parêzer û partiyên siyasî bertek nîşanî vê yekê dan û vê biryarê wekî "hewldana darbeyê ya hewl dide pergala qanûnî biguherîne" nirxandin.
 
BAXÇELÎ DESTÛRA BINGEHÎN HEDEF GIRT
 
Ev pêngava Dadgeha Bilind jî rastî bertekên aliyên pêwendîdar ên hikûmetê hat. Parlamenterê berê yê AKP'ê Şamil Tayyar biryara Dadgeha Bilind wekî "mebesta siyasî" nirxand û vê biryar rexne kir û got ku Dadgeha Bilind hewl dide Meclisê dizaynd bike. Ji aliyê din ve Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan jî dema ku di 10’ê Mijdarê de ji serdana xwe ya Ozbekistanê vegeriya, di balafirê de ji rojnamevanan re got ku Dadgeha Destûra Bingehîn di demên dawî de gelek biryarên şaş dane û xwest der barê Dadgeha Bilind de mueyideyek bê pêkanîn û parlementeriya Can Atalay bê betalkirin. Hevkarê desthilatdariyê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî got, “Dadgeha Destûra Bingehîn tiliya xwe ji darazê re dihejîne Li ku derê sûcdarek hebe, li ku derê xiyanetkar hebe, li ku derê keseke ku hewl dide biratiya me xera bike hebe, ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve bi binpêkirina mafan tên xelatkirin" û AYM'ê hedef nîşan da. 
 
CINAYETÊN KIRYAR NEDIYAR Û BÊCEZATÎ
 
Sala 2023'yan; di warê dozên der barê cinayetên kiryar nediyar yên bi destê JÎTEM, hîzbulkontra, cerdevan û leşkeran di salên 90'î de hatin kirin jî bû saleke neczakirinê. Di vê salê de gelek dozên bi salan domandin ketin ber çerxa demboriyê û bêyî ku kiryar bên cezakirin û dîtin, hatin girtin.
 
Di danişîna Doza Vartînîsê de ku di 3'yê Cotmeha 1993'yan de ji malbata Ogutê 9 kes hatin qetilkirin, ji ber dmeboriyê hat girtin.
 
Di 6'ê Îlonê de yek ji kiryarên Komkujiya Mamakê ku di 2'yê Tîrmeha 1993'yan de li Otêla Mamakê hat kirin û 33 kes hatin şewitandin, Hayrettîn Gul bi "efûya taybet" a Serokkomarê AKP'î Erdogan hat berdan. 
 
KUJER OGUN SAMAST HAT BERDAN
 
Di 15'ê Mijdara 1993'yan de kujerê Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk, Ogun Samat di çaçroveya polîtîkayên bêcezatiyê yên AKP'î de hat berdan. 
 
AZADIYA ÇAPEENIYÊ HAT BINPÊKIRIN
 
Di sala 2023'yan de zextên daraza di bin serweriya AKP'ê de, di qada çapemeniyê û azaidya fikr û ramanê de jî xwe dan der. Ji 1'ê Kanûna 2023'yan ve li seranserê cîhanê 521 rojnamevan girtî ne. Ji van rojnamevanan 43 jê li Tirkiyeyê girtî ne û hemû jî kurd in. 
 
Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû jî di nav de ku di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ye, gelek rojnamevan bi îdiayên pûç hatin girtin. 
 
Di sala 2023'yan de 84 rojnamevan hatin binçavkirin û ji wan 19 jê hatin girtin û yek jî hat dersînorkirin û hatina welêt a rojnamevanekî jî hat astengkirin. 
 
DOZA GIRTINÊ YA DER BARÊ HDP'Ê DE
 
Doza der barê girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ku di 17'ê Adara 2021'ê de ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ve  bi îdiaya "xerakirian yekîtiya dewletê" hat vekirin, di sala 2023'yan de jî dewam kir. Di çarçoveya vê dozê de AYM'ê di 19'ê Hezîranê de daxwaza ji bo alîkariya xezîneyê ya der barê HDP'ê de red kir. 
 
Her wiha li aliyê din jî Partiya Çepên Kesk ku di kongreya 4'an a asayî de navê xwe wekî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) guherand. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind jî di 23'yê Mijdara 2023'yan de bi kurteya HEDEP'ê qebûl nekir. Dadgehê bi hinceta ev kurte dişibe kurteya Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) ku berê hatibû girtin, qebûl nekir. Piştî vê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) kurteya navê xwe wekî" DEM Partî" diyar kir. 
 
BINPÊKIRINA MAFÊN JIYANÊ
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV); di 11 mehên sala 2023'yan de bi guleyên leşker û polîsan 3 jê penaber 12 kesan jiyana xwe ji dest daye û 6 jê penaber 12 kes jî birîndar bûne. Her wiha li gor an daneyan, 6 kes jî bi awayekî guman di binçavan de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Di pevçûnên çekdarî yên li welêt û di yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, 49 leşker, 4 polîs û 6 cerdevan jî di nav de herî kêm 207 kesan jiyana xwe ji dest daye û 36 jê leşker, 14 polîs û yek jê jî cerdevan herî kêm 51 kes jî birîndar bûne. 
 
Li gor daneyên ÎHD'ê li girtîgehan herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest daye. 
 
Li gor daneyên TÎHV'ê di 11 mehên ewil ên 2023'yan de 750 kesan bi îdiaya îşkenceyê û muameleya xirab serî li TÎHV'ê dane. 
 
Li gor daneyên Navenda Dokumantasyonê ya TÎHV'ê, 58 jê zarok herî kêm 3 hezar û 679 kes di mudaxileya li çalakiyên aştiyane de rastî maumeleya uek jê jî hatiye îşkencekirin. 
 
GIRTÎGEH
 
Li gor daneyên 1'Ê Kanûna 2023'yan li girtîgehên Tirkiyeyê bi giştî 280 hezar û 584 kes girtî ne. Li gor van daneyan di 18 salan de hejmara girtiyan 5 qat zêde bûye. Bêhiqûqîtiyên li girtîgehan di sala 2023'yan de jî bênavber domandin. 
 
Di sala 2023'yan de azadiya rêxistinbûyînê jî hat binpêkirin. Di vê salê d egelek rêveber û endamên rêxistinên mafan, komele, weqf û rêxistinên ked û pîşeyî hatin binçavkirin û rastî girtinê hatin. Ji komele, weqf, sendîqa, rêxistinên pîşeyî, înîsyatîf û platformên herî kêm 113 kes hatin binçavkirin û ji van kesan 5 kes hatin girtin û 10kes jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan. 
 
Di 30'yê Mijdara 2023'yan de qeyûm tayinî şûna endamên Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) hat kirin. 
 
Di 11 mehên ewil ên sala 2023'yan de 32 jê zarok hezar û 491 kes bi hincetên wekî "alîkariya rêxistinê kirine", "propagandaya rêxistinê kirine" û "endamên rêxistinê" ne hatin binçavkirin. Ji van kesan 240 kes hatin girtin. 
 
MA / Firat Can Arslan