Careke din Gemlîk careke din daxwaza ji bo azadiyê

  • rojane
  • 09:21 15 Mijdar 2023
  • |
img
STENBOL - Îsal dê careke din ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî ya fizîkî ber bi Gemlîkê ve "Meşa Azadiyê" bê lidarxistin. 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ji sala 1999'an ve di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de di şert û mercên tecrîdeke girankirî de tê girtin, 32 meh in agahî nay girtin. Serlêdanên parêzeran, malbaê, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên hiqûqê û siyasetmedaran ên ji bo hevdîtinê jî nayên bersivandin. Ji ber vê dê ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî di 18'ê mijdarê de li Kurdistan û Tirkiyeyê ber bi navçeya Gemlîk a Bûrsayê ve "Meşa Azadiyê" bê lidarxistin. 
 
Ji ber ku keştiyên ku berê diçûn Girava Îmraliyê ji Gemlîkê radibûn, meş dê ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin. Kurd û dostên wan berê jî gelek caran ji bo daxwazên xwe yên der barê Abdullah Ocalan de ber bi Gemlîkê ve meş li dar xistibûn. 
 
MEŞA EWIL A GEMLÎKÊ
 
Di îlona 2005'an de bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-FED) re li dijî şert û mercên Ocalan tê de ne "Meşa Gemlîkê" hat lidarxistin. Dihat payîn ku 20 hezar kes tev li vê meşê bibin. Bi hezaran kesên ji Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Mereş, Riha, Dêrsim, Agirî, Mûş, Dîlok, Semsûr, Qers, Îdir, Erdexan,  Edene, Mêrsîn, Antalya, Enqere, Bûrsa, Eskîşehîr, Hatay, Stenbolê û bajarên din bi rê ketin bi astengiyan re rû bi rû man. Li hin cihan wesayît hatin sekinandin û li hin cihan jî astengî hatin şermezarkirin. Nêzî 100 kesên xwestin ji Gebzeyê ber bi Gemlîkê ve biçin bi ferîbotê tev li meşê bûn. 
Lê tevî hemû astengî û zextan jî nêzî 6 hezar kes tev li meşa Gemlîkê bûn. Girseya tev li meşê bû li navçeya Înegol a Bûrsayê ji aliyê polîs û eskeran ve hat sekinandin. Girseyê li vira çalakiya rûniştinê li dar xist û daxuyand ku peyama xwe ragihandiye û gihaştiye armanca xwe û bi vî awayî çalakiya xwe bi dawî kir. 
 
Girse di vegerê de li navçeya Bozuyuk a Bîlecîkê bi êrişeke nijadperest re rû bi rû ma. Di vê êrişa nijadperest a organîzekirî de gelek kes bi keviran birîndar bûn. Ev êriş li gelek deveran bi daxuyaniyan û meşan hat şermezarkirin. 
 
Piştî vê êrişê di serî de li bajarên kurdan û li gelek deverên din gel daket kuçeyan. Meşvanên Gemlîkê li Amedê ji aliyê 5 hezar kesî ve hat pêşwazîkirin. Girseyê di pêşwaziyê de dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kir. 
 
AZADÎ JI BO OCALAN'
 
Di sala 2011'an de di salvegera komloya navdewletî ya li dijî Ocalan de di 9'ê Cotmehê de Meşa Gemlîkê ya Duyemîn hat lidarxistin. Meş bi pêşengiya TUHAD-FED'ê bi dirûşmeya "Azadî ji bo Ocalan" hat lidarxistin. Dihat payîn 100 hezar kes tev li meşê bibe. Ji 5 milan ve bi sedan otobês û wesayîtên zirxî bi hezaran kes tev li meşê bûn.
Walîtiya Bûrsayê beriya meşê li Bûrsayê heya 3 rojan lidarxistina çalakiyan qedexe kir. Lê dîsa jî bi giştî ji 40 bajarî bi sedan wesayît ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin. Di guzergahên meşê de wesayîtên çalakgeran hatin sekinandin. Astengkirina Meşa Gemlîkê ya Duyemîn li gelek bajaran hat şermezarkirin. Çalakgeran di protestoyan de çelengên reş danîn ber avahiyên AKP'ê û daxuyanî dan û meş li darxistin. 
 
27'Ê TÎRMEHA 2015'AN: PARÊZER LI GEMLÎKÊ NE
 
Li ser banga Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) nêzî 200 parêzer ji bo tecrîda giran bi dawî bibe, di 27'ê Tîrmeha 2015'an de çûn Gemlîkê. Parêzer, parlamenter û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tecrîdê protesto kirin. 
Parêzerên ku li Gemlîkê li ber Fermandariya Cendirmeyan kom bûn, ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan. Lê daxwaznameyênw an bi hinceta ku "keştî xerabe ye" esas nehatin girtin. Parêzer jî li vir cibeyên xwe li xwe kirin û pankarta "Ji tecrîda Îmraliyê re na, azadî ji ocalan re" vekirin û rewşa heyî şermezar kirin. 
 
1'Ê TEBAXA 2015'AN: BI SEDHEZARAN MIROV DIÇIN CEM MIROVÊ AZAD
 
Di 1'ê Tebaxa 2015'an de bi pêşengiya TUHAD-FED'ê bi dirûşmeya "Em bi sedhezaran re ji bo azadiya Serok dimeşin" ji Amedê ber bi Gemlîkê ve meş hat lidarxistin. Çalakger bi pêşmalkên li ser "Sedhezar diçin cem mirovê azad" û "Azadî ji bo Ocalan" nivîsandîû bi wêneyên Ocalan li ber avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê li hev kom bûn. Polîsan li vir mudaxileyî girseyê kir. 
‘JI KOMPLOYÊ RE NA, JI OCALAN RE AZADÎ'
 
Bi bangawaziya Platforma Azadî Ji Bo Ocalan di 15'ê Sibata 2016'an de bi dirûşmeya "Ji komployê re na, ji Ocalan re azadî" ji Bûrsayê ber bi Gemlîkê ve meş hat lidarxistin. Rêxistinên civaka sivîl û HDK û HDP jî piştgiriya meşê kirin. Girse li ber Nûnertiya HDP'ê ya Osmangaziyê li hev kom bû û bi pankarta li ser "Muxatabê aştiyê Ocalan e. Dawî li tecrîdê bînin. Azadî ji bo Ocalan" nivîsandî dest bi meşê kir. Polîsan êrişî girseyê kir. 
12'ê HEZÎRANA 2022'YAN: JI BO PARASTINA AZADIYÊ BER BI GEMLÎKÊ VE
 
Di 12'ê hezîrana 2022'yan de jî ji bo Ocalan ku bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin û xeber jê nayê girtin, "Meşa Mezin" a Gemlîkê di 12'ê hezîranê de hat lidarxistin. HDK, KCD, TJA, HDP, DBP û MED TUHAD-FED bi dirûşmeya "Em li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê dimeşin" ji 3 milan ve "Meşa Gemlîkê ya Mezin" li dar xistin. Ji bo vê ji bajarên Kurdistanê, ji Çûkûrovayê, Marmara, Ege, Behra Spî û gelek deverên din bi hezaran kes bi otobêsan bi rê ketin. 
Otobêsên ku ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Bi awayekî kêfî cezayên pereyî hatin birîn û tundî li beşdaran hat kirin. Gelek kes jî hewl dan bi wesayîtên xwe biçin û milê meşê yê Stenbolê li Kadikoyê gihaşt hev. Tevî hemû astengiyan jî li kuçeyên Kadikoyê bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Her der tecrîd her der berxwedan" û Silav hezar silav li Îmraliyê" meş hat lidarxistin. 
 
MA / Îbrahîm Irmak
 
 

Sernavên din

05/03/2024
09:53 Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e
18/01/2024
09:08 Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
16/01/2024
09:02 Parêzera filipînî Contî: Em li dijî tecrîdê ne, em bi kurdan re ne
14/01/2024
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
27/11/2023
11:43 Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
20/11/2023
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
19/11/2023
15:43 Meşvanên Azadiyê tu astengî nas nekirin û xwe gihandin Gemlîkê
14:52 Hatîmogûllari li Bursayê bang kir: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin
14:12 Meşvanan li ketina Gemlîkê govend gerandin
11:42 Bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê kirin
11:06 Meşvanên Azadiyê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê
09:09 Baskê Meşa Azadiyê yê Enqereyê dest pê kir
17/11/2023
09:14 Ji bo çareseriyeke demokratîk banga ji bo Meşa Azadiyê
16/11/2023
13:09 HEDEP’ê bi daxwaza ‘tavilê li Îmraliyê hevdîtinê bike’ serî li ÎHÎK’ê da
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
15/11/2023
10:37 Banga bo Meşa Azadiyê: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:21 Careke din Gemlîk careke din daxwaza ji bo azadiyê
06/11/2023
09:06 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin
12/04/2021
17:13 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî diyalog navnîşan jî Îmralî ye