Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

  • rojane
  • 12:21 16 Mijdar 2023
  • |
img
STENBOL - Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 32 meh in tu agahiyan jê nagirin û ji bo 6 mehan cezayeke nû yê hevdîtina bi parêzeran re lê hatiye birîn, serlêdan kirin. 
 
Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziya Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 32 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 
 
Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Imer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan. 
 
HEVDÎTINA DAWÎ
 
Parêzerên Abdullah Ocalan herî dawî di 2011’an de bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn. Di nava 8 salan de Abdullah Ocalan bi tu awayî nekarî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, di sala 2018’an de bi pêşengtiya Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin, çalakî li girtîgehan belav bûbû û di encama çalakiyê de parêzeran 5 hevdîtinên cuda bi miwekîlê xwe re kiribûn. Hevdîtina herî dawî jî di 7’ê tebaxa 2019’an de hatibû kirin. Piştî vê hevdîtinê jî ji bo astengkirina hevdîtinan biryarên qedexeyê hatin dayîn û hevdîtin nayên kirin. 
 
DI 8 SALAN DE 12 BIRYARÊN ‘QEDEXEYÊ’ 
 
Di demên ewil de ji bo astengkirina hevdîtina bi parêzeran re her tim hincetên weke “Keştî xerab bûye”, “Muxalefeta hewa” û hwd. dihatin nîşandan. Lê belê di demên dawî de hevdîtin bi hinceta “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Ji sala 2016’an heta niha hevdîtina parêzeran a bi miwekîlê xwe Abdullah Ocalan re 12 caran bi hinceta “cezayên disiplînê” hatine astengkirin. 
 
BIRYAR NÛ YA ‘QEDEXE’YÊ
 
Biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya herî dawî, di 31’ê cotmeha 2023’yan de hate dayîn. Ji ber ku dema biryara qedexeya di 26’ê nîsanê de bi dawî dibû, parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê di 6’ê mijdara 2023’yan de ji bo hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Piştî serlêdana parêzeran, derket holê ku di 31’ê cotmeha 2023’yan de careke din ji bo 6 mehan biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn. 
 
Parêzeran naveroka biryara qedexeyê û mînaka dosyayê xwestin lê dadgeriyê bi hinceta “ewlehiyê” ev daxwaz red kir. Parêzer dê ji ber biryara nû serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin. 
 

Sernavên din

05/03/2024
09:53 Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e
18/01/2024
09:08 Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
16/01/2024
09:02 Parêzera filipînî Contî: Em li dijî tecrîdê ne, em bi kurdan re ne
14/01/2024
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
27/11/2023
11:43 Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
20/11/2023
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
19/11/2023
15:43 Meşvanên Azadiyê tu astengî nas nekirin û xwe gihandin Gemlîkê
14:52 Hatîmogûllari li Bursayê bang kir: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin
14:12 Meşvanan li ketina Gemlîkê govend gerandin
11:42 Bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê kirin
11:06 Meşvanên Azadiyê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê
09:09 Baskê Meşa Azadiyê yê Enqereyê dest pê kir
17/11/2023
09:14 Ji bo çareseriyeke demokratîk banga ji bo Meşa Azadiyê
16/11/2023
13:09 HEDEP’ê bi daxwaza ‘tavilê li Îmraliyê hevdîtinê bike’ serî li ÎHÎK’ê da
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
15/11/2023
10:37 Banga bo Meşa Azadiyê: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:21 Careke din Gemlîk careke din daxwaza ji bo azadiyê
06/11/2023
09:06 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin
12/04/2021
17:13 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî diyalog navnîşan jî Îmralî ye