HEDEP’ê bi daxwaza ‘tavilê li Îmraliyê hevdîtinê bike’ serî li ÎHÎK’ê da

img
ENQERE - Koma Meclisê ya HEDEP’ê bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê da û got: “Divê komîsyon tavilê biçe serdana Girava Îmraliyê.” 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan jî di nav de, parlamenterên HEDEP’ê ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 32 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê dan. 
 
ÇAVKANIYA HEMÛ PIRSGSIRÊKAN E 
 
Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku çavkaniya hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê yên siyasî, civakî, çandî û hiqûqî pirsgirêka kurd e û ev tişt hatin gotin: “Her wiha bingeha krîzên aborî û hiqûqî ye. Di heman demê de ev pirsgirêk rê li ber demokratîkbûna Tirkiyeyê digire, nahêle serweriya hiqûqê pêk were û dibe sedema mezinbûna newekheviya zayendan. Ev pirsgirêk zêdetirî sed sal in berdewam dike û hema hema di tevahiya vê demê de dewletê hewl da bi rêya polîtîkayên înkar, pişaftin, leşkerî û ewlekariyê çareser bike. Ferzkirina vê polîtîkayê kir ku bi dehhezaran kes jiyana xwe ji dest bidin û rê li ber bi hezaran binpêkirinên mafê jiyanê vekir û hêj vedike. 
 
POZÎSYONA XWE DIPARÊZE
 
Di encama hewldanên birêz Abdullah Ocalan de pêvajoya guftûgoyê hatibû destpêkirin. Lê tevî hemû hewldanên birêz Ocalan jî, hikûmetê ev pêvajo di sala 2015’an de bi dawî kir û li şûna çareseriyeke demokratîk û aştiyane, şer û pevçûn tercîh kir. Hewldanên birêz Ocalan ên ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin û ji bo pêşketina demokrasî û azadiyê hêj berdewam in. Birêz Ocalan hêj vê pozîsyona xwe diparêze. Nêzikatiya wî ya fikrî û pratîkî ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd raber kiriye, hem di qada neteweyî hem jî di ya neteweyî de xwedî bandoreke mezin e. 
 
AGAHÎNEGIRTINA MUTLEQ 
 
Bi bidawîkirina pêvajoya çareseriyê re êdî tecrîda li dijî mirovahiyê û derhiqûqî lê hate ferzkirin û ev tecrîd êdî veguherandin tecrîda mutleq. Hevdîtinên bi malbat û parêzeran re heta niha bi hincetên weke ‘keştî xerab bûye’ û ‘muxalefeta hewa’ dihatin astengkirin. Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmehê jî Rewşa Awarte hate ragihandin û ev hevdîtin bi temamî hatin astengkirin. Ji 25’ê adara 2021’ê heta niha jî tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtava Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş nayên girtin. Bi astengkirina hevdîtina bi telefonê, şandina faks û nameyan re têkiliya wan a bi cîhana derve re hate qutkirin. Di heman demê de hevdîtinên bi malbat û parêzeran re hate astengkirin, têkiliya wan a bi cîhanê re bi temamî hate qutkirin û rewşa agahînegirtina mutleq hate mayîndekirin. 
 
HÊJ DAXUYANÎ NEHATIYE DAYÎN
 
Herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de li ser telefonê bi birêz Ocalan re hevdîtin hate kirin ku axaftin di niviyê de hate qutkirin. Di nava 24 salan de cara duyemîn ku bi rêya telefonê hevdîtin dikir. Ji 25’ê adara 2021’ê heta dawiya sala 2022’yan parêzerên wî 238 caran, malbat-vasiyê wî jî 79 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kir. Lê belê bersiva tu ji van serlêdanan nehate dayîn. Di 5’ê tebaxa 2020’an de jî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) rapora xwe eşkere kir û got; ‘Ji Girtîgeha Girava Îmraliyê bi tu awayî agahî nayên girtin’ û ev rewş weke ‘incommunicado’ ragihand. CPT’yê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ev rewş nayê qebûlkirin û şîreta bidawîkirina vê sepanê kir. CPT’yê di navbera 20-29’ê îlona 2022’yan de Tirkiye ziyaret kir, çû serdana Îmraliyê lê heta niha jî têkildarî serdanê tu daxuyanî nedaye. 
 
NIKARE PÊKANÎNA DERVEYÎ MIROVAHIYÊ REWA BIKE
 
Serlêdana parêzerên Birêz Ocalan û her sê girtiyên din a li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bi daxwaza ku rewşa agahînegirtinê bi dawî bibe hate kirin, hat qebûlkirin. Bi biryara dîroka 6’ê îlona 2022’yan ji desthilatê re hate ragihandin. Lê belê ne şertên raporên CPT’yê hatin bi cih anîn ne jî biryarên NY’yê hatin nas kirin û ji bo rewşa agahînegirtinê ji holê bê rakirin tu gav nehatin avêtin. Şer û Rewşa Awarte jî din av de tu rewşên îstîsnaî nikare vê îşkenceya derveyî mirovî ya li birêz Abdullah Ocalan ku mafên wî yên hiqûqî û qanûnî tên astengkirin tê kirin, mafdar bibîne. 
 
OCALAN SERMUZAKEREVAN E
 
Tecrîda mutleq a li dijî birêz Ocalan ê bi milyonan mirov weke vîna xwe ya siyasî dibînin, di pêvajoya çareseriyê de bi şandeyên hikumet û dewletê re hevdîtin kirin, aktöre siyasî yê bingehîn û sermuzakerevanên pirsgirêka kurd tê dîtin, nikare weke îşkenceya ku tenê li kesekê tê kirin bê dîtin. Di vê çarçoveyê de tecrîda mutleq a li Îmraliyê êrişeke aşkere ya polîtîk, aborî û hiqûqî ya li dijî civakê, dorpêçkirineke berfireh, vîna aştiyê ya civakê û mafê aştiyê ye. 
 
DIVÊ DEMILDEST BÊ ZIYARETKIRIN
 
Li ser navê meşandina tecrîda mutleq, li Tirkiyeyê nirxên hiqûq û exlakî hatine sînorkirin. Rexnekirina vê pergala îşkenceyê jî dikin sedemê girtinê. Ev rewş bi tena serê xwe nîşan dide ku dijhiqûqiya li Îmraliyê veguheriye teknîkeke rêveberiyê ye. Di vê çarçoveyê de aşkere ku israra di çareseriya pirsgirêka kurd de bi nêzîkatiyên leşkerî û ewlekariyê re rê li ber gelek binpêkirinên mafên mirovan vekiriye. Weke Komîsyona Lêpirsînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê, ji bo dawî li van binpêkirina mafên mirovan bê anîn, divê bikevin nava tevgerê. Di vê çarçoveyê de divê Komîsyon; ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê; Ji bo li ser bingeha edalet, wekhevî û azadiyê pêşerojeke hevpar bê avakirin û rê li ber demokratîkbûyîna Tirkiyeyê veke, erk û berpirsyariya xwe ya ji bo rakirina mercên tecrîda mutleq ku sûcekî li dijî mirovahiyê ye, bicih bîne. Komîsyon divê demildest serdana Girava Îmraliyê ku îro ji kontrolkirina wê bi xwe re jî girtiye bike û li gel vê yekê divê parezer û şandeyeke siyasî jî demildest serdanê bikin.”
 
 
 

Sernavên din

05/03/2024
09:53 Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e
18/01/2024
09:08 Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
16/01/2024
09:02 Parêzera filipînî Contî: Em li dijî tecrîdê ne, em bi kurdan re ne
14/01/2024
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
27/11/2023
11:43 Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
20/11/2023
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
19/11/2023
15:43 Meşvanên Azadiyê tu astengî nas nekirin û xwe gihandin Gemlîkê
14:52 Hatîmogûllari li Bursayê bang kir: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin
14:12 Meşvanan li ketina Gemlîkê govend gerandin
11:42 Bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê kirin
11:06 Meşvanên Azadiyê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê
09:09 Baskê Meşa Azadiyê yê Enqereyê dest pê kir
17/11/2023
09:14 Ji bo çareseriyeke demokratîk banga ji bo Meşa Azadiyê
16/11/2023
13:09 HEDEP’ê bi daxwaza ‘tavilê li Îmraliyê hevdîtinê bike’ serî li ÎHÎK’ê da
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
15/11/2023
10:37 Banga bo Meşa Azadiyê: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:21 Careke din Gemlîk careke din daxwaza ji bo azadiyê
06/11/2023
09:06 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin
12/04/2021
17:13 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî diyalog navnîşan jî Îmralî ye