Meşvanên Azadiyê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê

  • rojane
  • 11:06 19 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên ku tev li Meşa Azadiyê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd tê lidarxistin bûn, li Îzmîr û Eskîşehîrê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê. 
 
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd, ber bi navçeya Gemlîk a Bursayê ve duh “Meşa Azadiyê” hatibû destpêkirin û meş îro jî berdewam dike. Siyasetmedar jî di nav de, meşvanên ji Enqere û Mêrsînê bi rê ketin, di ketina Eskîşehîrê de gihiştin hev. Piştre jî ber bi Gemlîkê ve ketin rê. 
 
BASKÊ ÎZMÎRÊ BI RÊ KET
 
Gelek kesên ji bajarên Herêma Egeyê bi rê ketin li Taxa Akincilar a navçeya Buca ya Îzmîrê gihiştin hev. Girseya ku li Mûgla, Manîsa û Aydinê hatin ba hev, ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Girseyê bi dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” bertek nîşanî polîsan dan. 
 
Beriya meşê 16 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku kesên hatin binçavkirin birin Şaxa Midûriyeta Ewlehiyê ya li Çankayayê. Navên hinek kesên hatine binçavkirin wiha ne: Mahsum Koç, Ayşe Silik, Cûma Kolu Kisa, Şakîr Oklav, Fulya Erdogan, Abdulganî Tellî, Fatma Funda Akbulut, Dîndar Arslangray, Ramazan Silik, Îbrahîm Esen, Nevzat Aktaş, Siraç Turgal, Emanet Kaban, Kudbettîn Karagoz û Kamîl Dag.
 
Tevî êrişa polîsan jî gelek kes bi wesayîtên xwe yên taybet ber bi Gemlîkê bi rê ketin. 
 

Sernavên din

05/03/2024
09:53 Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e
18/01/2024
09:08 Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
16/01/2024
09:02 Parêzera filipînî Contî: Em li dijî tecrîdê ne, em bi kurdan re ne
14/01/2024
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
27/11/2023
11:43 Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
20/11/2023
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
19/11/2023
15:43 Meşvanên Azadiyê tu astengî nas nekirin û xwe gihandin Gemlîkê
14:52 Hatîmogûllari li Bursayê bang kir: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin
14:12 Meşvanan li ketina Gemlîkê govend gerandin
11:42 Bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê kirin
11:06 Meşvanên Azadiyê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê
09:09 Baskê Meşa Azadiyê yê Enqereyê dest pê kir
17/11/2023
09:14 Ji bo çareseriyeke demokratîk banga ji bo Meşa Azadiyê
16/11/2023
13:09 HEDEP’ê bi daxwaza ‘tavilê li Îmraliyê hevdîtinê bike’ serî li ÎHÎK’ê da
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
15/11/2023
10:37 Banga bo Meşa Azadiyê: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:21 Careke din Gemlîk careke din daxwaza ji bo azadiyê
06/11/2023
09:06 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin
12/04/2021
17:13 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî diyalog navnîşan jî Îmralî ye