Kaytan û Altûn li Qada Şêx Seîd ji hêla bi hezaran ve hatin bibîranîn

  • rojane
  • 15:36 18 Gulan 2025
  • |

AMED - Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Qada Şêx Seîd a Amedê bi tevlibûna hezaran kesan hatin bibîranîn.  

Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Qada Şêx Seîd a Amedê bi girseyî hatin bibîranîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, wekîlên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi hezaran kes tev li bîranînê bûn. Ji bajar û navçeyên derdorê jî gelek welatî ji bo beşdarî bîranînê berê xwe dan Amedê. Bi hezaran kes li qada bîranînê kom bûn. Di bîranînê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “PKK gel e, gel li vir e” û “Bijî Serok Apo” tên berzkirin. 
 
Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. Di vê navberê de sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin. Hevserokê Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER) Mehmet Emîn Kiliç di bîranînê de Kaytan û Altûn bi bîr anî. 
 
 
‘DIVÊ DEWLET GAVAN BIAVÊJE’
 
Kiliç, got: “Ez ji girtiyên di zindanan de li dijî vê pergala zalim li ber xwe didin re silavan dişînim. Şehîdên me pir mezin in, êşa me gelek giran e. Lê ew armanca biqîmet dê bi ser keve.” Kiliç, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: “Birêz Ocalan bangek kir. Me banga wî girt. Em xwedî lê derdikevin û piştgiriyê didin. Ev gel dê bi têkoşîna xwe, bi rêyên demokratîk mafên xwe bi dest bixe. Her gava tevgera azadiyê diavêje, gaveke dîrokî ye. Her şehadetek romaneke. Em her du şehîdên xwe û hemû şehdên azadiyê bi bîr tînin. Bejna xwe li ber wan ditewînin. Divê dewleta gavan biavêje. Ev derengmayina wan ne bi xêrê ye.”
 
Ji rêveberên MEBYA-DER’a Êlihê Ugur Agir jî metna ji bo Kaytan û Altûn hatibû amadekirin xwend. Metn, wiha ye: “Têkoşîna me ya Azadiyê ku rastiya Kurdistanê ya tune hatibû hesibandin,  xistibûn gorê û hatibû jibîrkirin, ji xweliya wê careke din afirandî, zindî kirî û anî van rojan, derbasî qonaxeke nû bû. Meşa me ya têkoşînê ya 52 salan îro jî bi hemû heybeta xwe didome. Ji bo kesên sond ji bo azadiyê xwarin ev tu caran ne dawiyek, destpêkeke nû ye. Yên di asta eşqê de bi azadiyê re dilsoz, her kêliya xwe fedayî vê kirin, li her bihosta Kurdistanê geriyan û tovê azadiyê reşandin. Yên silavek dan û di tevahiya emrê xwe de meşiyayîn; yên li axaftinekê guhdarî kirin û nîvesrê meşiyayîn, ruhê hevrêyan bû ya ku em zindî hiştin û anîn van rojan. Me wisa bi hêsanî xwe negihand van rojan, rêya kesên digotin ‘Em bi qasî ji bo wê bimirin ji jiyanê hez dikin’ vekirî bû ya ku em gihandin van rojan. Gelek egîdên me tev li vî karwanê ku hevrêyê me Hakî Karer dabû destpêkirin. Li ser vî esasî, em di şexsê sembola ‘Dilsoziya Rêbertiyê, Heqîqet û Jiyana Pîroz” Şehîd Alî Haydar Kaytan û sembola ‘Rêhevaltiya Azadiyê’ Şehîd Riza Altûn de şehîdên Gulanê û hemû şehîdên têkoşînê bi hezkirin û bi minet bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Hevalên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, ji hevalên desptêkê bûn, yên yekemîn bûn. Ji teza ‘Kurdistan mêtingeh e’ bawer kirin, gotina ‘Israra di sosyalîzmê de israra di mirovbûnê de ye’ ji xwe re esas girtin û tev li têkoşînê bûn. Evîndarên çiyayan bûn, derwêş bûn, hewarî bûn, rêber bûn.” 
 
ÇERAX HATIN VÊXISTIN
 
Pîrên ji Dêrsimê hatin çerax vêxistin. Piştre jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî kongreya PKK’ê ji bo Kaytan û Altûn şandibû hate xwendin. Peyam, ji hêla Wekîla DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş ve hate xwendin. Di vê navberê de li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da. 
 
SAYYÎGÎT: DIVÊ EM XWEDÎ LI BANGA OCALAN DERKEVIN 
 
Hevbedevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk û Wekîla DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî Kaytan û Altûn bi bîr anî. Gulcan Kaçmaz Sayyîgt, got: “Şêx Seîd li vir hate qetilkirin û îro dengê neviyên wî li vir bilin dibe. Bi sala ye ji bo aştî were vê xakê em têdikoşin. Ev 100 sal in em li ser xaka xwe tune tên hesibandin lê me her tim got aştî û azadî. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangeke dîrok kir. Em ji vê bangê berpirsyar in. Heke em îro bikarin bi zimanê xwe biaxivin, bikarin siyasetê bikin, ev bi saya wan kesên jiyana xwe ji dest dane û bi saya kesên di girtîgehê de ne.  Lewma em berpirsyar in û divê em xwedî li bangê derkevin.” 
 
Di bernameya bîranînê de helbesta Alî Haydar Kaytan a “Akiş Sevîncî” hate xwendin. Piştre jî bi klamên Hasan Ekîncî domiya. Bîranîn dê saet di 18.00’ê de li avahiya DEM Partiyê ya Bajar bidome. 
 
 

Sernavên din

09:21 Mûstafa Karabûdak: Divê herî zêde Elewî xwedî li banga Ocalan derkevin
09:03 Welatiyên Hesendînê li dijî lêgerîna madenê nobed dan destpêkirin
09:02 Parlamanetera Îtalî: Ger em guh bidin Ocalan em ê bigihên çareseriyê
09:02 Hevdîtinên gel: Baweriya bi Ocalan tam e, daxwaz hevwelatîbûna wekhev e
09:01 Ji bo mêşvaniyê ji Antalyayê hatin Gimgimê
09:00 ROJEVA 8’Ê TÎREMEHA 2025’AN
07/07/2025
23:30 Ji KCK'ê daxuyaniyeke nû: Toren dê zindî neyê weşandin
20:15 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
20:00 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
16:57 TUHAD-FED’ê li Şirnexê kongreya xwe li dar xist
16:51 Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome
16:24 Li Pêrtagê li dijî kana pomza û xîzî meş hate lidarxistin
16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:44 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an
06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe
16:15 DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
16:03 Sebahat Tûncel: Em di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê bicivin
15:55 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
15:41 Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan
15:15 Di komxebata ciwanan de dê qeyran û çareseriyên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin
14:57 Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin
14:34 Girtiyê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê hatibû astegkirin teşhîsa alzeheimerê lê hate kirin
14:27 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin
14:05 Xizmên windayan: Kiryarên Vedat Aydin eşkere bikin
13:25 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li bêcezatiyê bînin
13:10 Li Hatayê erdhej çêbû
13:06 DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike
13:00 Ji DEM Partiyê daxuyaniyeke girîng
12:57 Li Gabarê bi hezaran dar şewitîn
12:19 Hevserokên DEM Partiyê: Ev operasyon rêya çareseriyê dixetimînin
11:59 AYM’ê têkildarî Kader Ortakaya biryara mafê jiyanê hatiye binpêkirin da
11:12 Dê doza Îzol ji nû ve bê lidarxistin: Parêzeran ji bo ragirtinê serlêdan kirin
09:52 Şîrketa Nasiroglûyê AKP'î Sîsê talan dike
09:52 Sûavî: Huner bi aştiyê azad dibe
09:50 Fîşeka gazê ya ku Ûytûn qetil kir 16 sal in winda ye
09:30 Banga ji bo komxebata ciwanan
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:16 Li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: Karalar, Tûtdere û Bocek hatin binçavkirin
04/07/2025
21:50 Tûnç Soyer û Serokê CHP'ê yê Bajêr hatin girtin
17:10 Di sempozyûma mafên mirovan de bal kişandin ser ‘tekoşîna hevpar’
16:38 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler rapora “rewşa wî ji bo girtîgehê guncav nîne' da
16:36 Projeya GES’ê ya li Xeceriyê hate betalkirin
16:35 Li Stenbolê dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ bê lidarxistin