Li girtîgehên Îzmîrê tehliyeyên 15 girtiyan tên astengkirin

  • rojane
  • 10:01 26 Cotmeh 2025
  • |
img

ÎZMÎR -  Sekreterê Şaxa OHD’a Îzmîrê Selahattîn Tîmûr diyar kir ku ji meha Çileyê heta niha li girtîgehên Îzmîrê tehliyeyên 15 girtiyan hatine astengkirin û got: “Heke em behsa civakeke demokratîk bikin, wê demê divê tehliyeyên girtiyan bi vî awayî neyên taloqkirin.”  

Pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd ku piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, hêj jî rojeva sereke ya Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Yek ji mijara herî zêde li ser tê axaftin jî berdana girtiyên nexweş û yên siyasî ye. Îktîdarê, heta niha jî di vê mijarê de tu gavek neavêtiye û berevajî vê, girtiyên dema înfaza wan qediyaye jî nayên berdan û bi hincetên cuda tehliyeyên wan tên astengkirin. Çendek meh berê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tehliyeyên 35 girtiyên 30 sal bûn di girtîgehê de hatin astengkirin. Her wiha li Girtîgeha Jinan a Sîncanê û li gelek girtîgehên jî girtî nayên berdan. 
 
Sekreterê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yê Îzmîrê Selahattîn Tîmûr Ocak bal kişand ser heman sepanên li girtîgehên Îzmîrê û têkildarî rewşa girtîgehên bajar agahî da. 
 
TEHLIYE TÊN DIRÊJKIRIN  
 
Tîmûr, diyar kir ku mafên tehliyebûnê yên girtiyên li Îzmîrê tên astengkirin û got: “Girtiyên ku înfaza xwe temam dikin, ji hêla Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ve cara duyemîn tên darizandin û tehliyeyên wan tên astengkirin. Li Girtîgeha Jinan a Şakranê jî tehliyeyên girtiyan cara duyemîn tên astengkirin. Carnan 6 meh carnan jî 9 mehan tên dirêjkirin. Bi taybet jî tehliyeyên girtiyên 30 sal in di girtîgehê de tên astengkirin. Bi awayekî li dijî destûra bingehîn û keyfî tên darizandin û zext lê tê kirin ku fikr û qenaetên xwe parve bikin. Mafê girtyan ê berdana bi şert tê taloqkirin û astengkirin.” 
 
TEHLIYEYÊN 15 GIRTIYAN TÊN ASTENGKIRIN 
 
Di berdewamê de Tîmûr da zanîn ku ji meha Çileyê heta niha li seranserî girtîgehên li bajar tehliyeyên 15 girtiyan bi heman hincetan tên astengkirin û got: “Di nav van girtiyan de 10 jê ji girtiyên 30 sal in di girtîgehê de ne. Weke mînak, Mehmet Saît Yildirim yek ji girtiyên nexweş e lê nayê tehliyekirin. Girtiyên biyanî yên tên berdan jî li navendên paşveşandinê tên ragirtin. Şertên van deran ji şertên girtîgehê jî nexweştir in. Lamîa Asu ya Efrînî 30 salên xwe di girtîgehê de temam kir û bi hinceta li dijderketina îdareyê tehliyeya wê ji ewil 7 mehan û piştre jî du caran ji bo 6 mehan hate taloqkirin. Piştî tehliyebûnê jî li navenda paşveşandinê hate ragirtin. Lijneyên Îdare û Çavdêriyê li dijî destûra bingehîn in. Gelek girtî beriya yasaya di sala 2020’ê de derketî hatibûn girtin. Ev qanûn piştre hatin derxistin. Divê li dijî girtiyan nehata bikaranîn lê cîbicî kirin. Ev, li dijî hiqûqê ye.” 
 
DIVÊ LIJNEYÊN ÎDARE Û ÇAVDÊRIYÊ BÊN RAKIRIN 
 
Tîmûr, da zanîn ku girtî ji ber fikr û ramanên xwe rastî cihêkariyê tên û got: “Heke behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk were kirin, heke behsa aştî û demokrasiyê were kirin, wê demê divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên rakirin û divê zext li girtiyan neyê kirin ku fikr û qenaetên xwe parve bikin. Divê girtiyên înfaza xwe temam kirine bên berdan. Heke qala civakeke demokratîk were kirin, divê tehliyeyên girtiyan neyên taloqkirin.” 
 
MA / Ugurcan Boztaş