Bertekan encam girt: Îranê cezayê îdamê yê 5 Kurdan betal kir

  • rojane
  • 15:05 26 Cotmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama çalakiyên li dijî îdamê yên bênavber de rejîma Îranê neçar ma ku cezayê îdamê yê 5 siyasetmedarên Kurd betal bike. 

 
Di encama çalakiyên li dijî îdamê yên bênavber de rejîma Îranê neçar ma ku cezayê îdamê yê 5 siyasetmedarên Kurd betal bike. Li gorî malpera dengê binçavkiriyên Kurd û Îranê, piştî zext û çalakiyên li dijî darvekirinan, Dîwana Bilind a Dadweriyê ya Îranê, cezayê 11 caran îdamê yê pênc girtiyên siyasî yên xelkê Bokanê yê rojhilatê Kurdistanê betal kir û dê careke din li ser dosyeyên wan biryar bê dayîn.
 
Li gorî heman çavkaniyê, Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê havîna îsal sê caran cezayê îdamê li Rizgar Beygzade Babamîrî, sê caran li Elî Qasimî, du caran li Pêjman Sultanî, du caran li Kawe Salihî û carekê jî li Teyfûr Selîmî birîbû.