ENQERE - Dayika Aştiyê Nezahat Teke di komîsyona Meclisê de axivî û got: “Em hewldanên çareseriyê yên Ocalan dibînin. Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike û pêvajoyê bi hev re birêve bibin.”
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, civîna xwe ya 5’emîn li dar dixe. Komîsyonê, li ser navê Dayikên Aştiyê li Nezahat Teke guhdarî kir. Nezahat Teke têkildarî pêvajoyê axivî.
Nezahat Tekeyê diyar kir ku biqasî zimanê wê digere dê bi Tirkî biaxive. Nezahat Tekeyê got: “Her kes dixwaze çek bên berdan lê li hemberî wê jî em li benda gavên şênber in.”
‘NE ZAROKÊN ME LÊ EM ÇEKAN BINAX BIKIN’
Nezahat Tekeyê diyar kir ku herî zêde aliyê aştiyê dixwaze dimirin. Nezahat Tekeyê da zanîn ku keça wê di 19 saliya xwe de li dijî tecrîda ser Abdullah Ocalan bedena xwe şewitandiye û wiha domand: “Ev bû 25 sal hêj jî bêhna pora keça min a şewitî di pozê de min de ye. Belkî hûn bibêjin ‘ma heke aştî çêbibe dê keça dîsa vegere?’ Bêguman dê keça min dê neyê. Ez giriyam lê bila tu dayikên din negirîn. Ne zarokên me, em çekên xwe binax bikin. Dema em daxwaza aştiyê dikin, dozger ji me re dibêje ‘şer tune ye.’ Salekê cezayê hefsa malê dane min. Madem şer nîne, wê demê ev mirov ji ber çi dimirin? Hûn çi navî lê dikin bikin, lê rastiyek heye ku mirov dimirin.”
‘EM DIZANIN KU OCALAN JI BO ÇARESERIYÊ HEWL DIDE’
Nezahat Tekeyê anî ziman ku erk û berpirsyartiyên mezin dikevin ser milê komîsyonê û got: “Îmrali di nava vî karî de heye. Em dizanin ku Ocalan ji bo çareseriyê di nava hewldanan de ye. Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike û bi hev re birêve bibin. Çi pêwîst bike, em bikin.”