Şînên Rewşen Kaçak û Kevser Renê bi girseyê hatin ziyaretkirin

WAN/RIHA - Şînên gerîlayên YJA Starê Rewşen Kaçak û Kevser Renê ku li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan, bi girseyî hatin ziyaretkirin. 

 
Ji bo gerîlaya YJA Starê Rewşen Kaçak (Nûda Harûn) ku di 1’ê Hezîrana 2018’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû li Wanê û ji bo gerîlaya YJA Starê Kevser Ren (Bêrîtan Riha) ku di 23’yê Hezîrana 2018’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû jî li bajarê wê Rihayê şîn hate danîn. Şîn, bi girseyî hatin ziyaretkirin. 
 
WAN
 
Ji bo Rewşen Kaçakê li Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê şîn hate danîn. Aktîvîstên TJA’yê, rêveberên bajar û navçeyan ên DBP û DEM Partiyê û gelek welatî bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê çûn serdana şînê. 
 
Girseya ku di têketina taxê de kom bû, bi dirûşma “Şehîd namirin” ber bi mala şînê ve meşiya. Girseya gihiştî mala şînê, sersaxî ji malbatê re xwest û dua kir. 
 
RIHA
 
Ji bo endama YJA Starê Kevser Renê jî li bajarê wê Rihayê şîn hate danîn. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî bi pêşengtiya KATDER’ê çûn serdana şînê. Şîn, li Mala Şînê ya Kosanlarê hate danîn û girse bi dirûşmên “Şehîd namirin” û "Ey şehîd xwîna tê li erdê namîne" ber bi cihê şînê ve meşiya. Di meşê de wêneyên Kevser Renê hatin hilgirtin. 
 
Di serdanê de deqeyek rêz hate girtin û piştre jî Hevserokên KATDER’ê Erhan Yilmaz û Makbule Yavuzerê diyar kirin ku dê xwedî li mîrateya Kevser Renê derkevin û banga mezinkirina têkoşînê kirin. 
 
'EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’
 
Wekîlê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar jî got ku pêvajoya heyî bi keda Kevser Ren û hevalên wê dest pê kiriye û got: “Bêrîtan, şehîda hemû Kurdistanê ye. Xeyalên wan nîvco neman. Rêya wan rêya me ye. Wan daxwaza aştiyeke birûmet kirin. Em îro rojên dîrokî dijîn. Me hebûna xwe bi hemû dinyayê da zanîn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de pêvajoyek da destpêkirin. Divê her kes dakeve qadan û xwedî li pêvajoyê derkeve. Heta ku siyaseta demokratîk çêdibe em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.” 
 
Bavê Kevser Renê, Ahmet Ren jî got: “Ez gelek serbilind im lêbelê li rexekî jî hêrsa min ji min tê. Heke em xwedî li vê têkoşîna derketibûna, belkî îro ev têkoşîn weke mîrate ji zarokên me re nedima. Em bi wan çiqasî serbilind jî bin kêm dimîne.” 
 
'EM Ê HETA DAWIYÊ BIBÊJIN JIN JIYAN AZADÎ’ 
 
Xwişka Kevser Renê, Derya Renê jî got: “Îro hûn tevek mêvanên Heval Bêrîtanê ne. Heval Bêrîtan li dijî zîhniyeta mêrê serdest têkoşiya. Heta dilopa dawî ya xwîna têkoşiya. Em ê ala wê ji me re hiştî bilind bikin. Em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin. Îro pêvajoyek heye û ev bi saya têkoşîna Heval Bêrîtan û hevalên wê ye. Bila kesek nebêje gelo ez dikarim çi bikim. Gelek tiştên ku dikarin bikin hene. Heke hûn nekarin tu tiştekî bikin jî duayan bikin. Dema Heval Bêrîtan şehîd bûy, çawa ku dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ berz kiribe, em jî dê heta dawiyê bibêjin ‘jin, jiyan, azadî.’” 
 
Jinên beşdarî serdana girseyî bûn, bi wêneyên Kevser Renê ber bi qada şînê ya ji bo jinan hatibû veqetandin ve meşiyan û dirûşma "Jin, jiyan, azadî” berz kirin. 
 
Serdan, bi duayan bi dawî bû.