ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da

img
STENBOL - ÎSÎG ku rapora xwe ya li ser cînayetên kar ên di sala 2022’yan de aşkere kir, ragihand ku di nava salekê de herî kêm hezar û 843 hezar karkeran jiyana xwe ji dest daye. 
 
 Meclisa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya li ser cînayetên kar ên di sala 2022’yan de pêk hatin weşand. ÎSÎG’ê di raporê de diyar kir ku di dema desthilata AKP’ê de 30 hezar û 546 karkeran jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Dema rûyê MUSÎAD (Komeleya Pîşesaziyên Serbixwe û Karsazan), TUSÎAD (Komeleya Pîşesaz û Karsazên Tirk), TÎSK (Konfederasyona Sendîkayên Karsazên Tirkiyeyê) dikeniya, mûçe heliyan, tevgera sendîkayî û gelemperî tevgera kedê hate qelskirin, grev hatin qedexekirin, bajar veguherandin rantê, xweza hate talankirin û bi hezaran karker nekarin ji kargehên xwe vegerin malên xwe.”
 
HER ROJ 5 KARKER JIYANA XWE JI DEST DIDIN 
 
ÎSÎG’ê di rapora xwe de bi lêv kir ku di sala 2022’yan de herî kêm hezar û 843 cînayetên kar pêk hatine û da zanîn ku her roj herî kêm 5 karker jiyana xwe ji dest didin. ÎSÎG’ê di berdewama rapora xwe de ev tişt gotin: “Bi tespîta ku ji sedî 5 karkerên di hemû cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin sendîkayî ne, em dikarin bêjin ku 'sendîkavanî pêşî li cînayetên kar digire'. Li aliyê din, dema em mînaka Amasra dinirxînin, pêwîste bêjin ku 'bi tenê sendîkabûyîn têrê nake, her wiha rêxistinbûyîn pêwîst e'. Ji ber ku rêxistina karkeran û kontrolkirina karkeran pêşî li kuştinên kar digire; Endametiya sendîkayekê û îmzekirina peymaneke kolektîf nîşan da ku ev rêxistinbûyîn û kontrol mîna li Somayê li Amasra nehatin bicihkirin.”
 
ÎSÎG’ê diyar kir ku bajarê herî zêde karkeran lê jiyana xwe ji dest dane Stenbol e û 256 karker mirine û herî kêm mirin jî li Riha çêbûne û 36 karkeran jiyana xwe ji dest daye.