Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye

img
WAN - Li Wanê, welatiyên ku bi hêviya dîtina berhemên erzan, bazara gel tercîh dikin wiha gotin: “Em bêyî ku tiştekî bikirin vedigerin. Rêveberan vî welatî xistin vî halî." 
 
Li Wana ku di daneyên bêkarî û xizaniyê de di rêza yekemîn de cih digire, welatî bi hêviya peydakirina kinc û xwarinên bingehîn ên erzan, bazarên gel tercîh dikin. Lê bihabûna li vê derê jî pir zêde ye. Welatî an dest vala vedigerin malê an jî nikarin berhemên ku dixwazin, têra xwe bikirin. 
 
Yek ji welatiyan Naciye Dûrak a li bazara li Taxa Xaçortê hatiye danîn dan û standinê dike, anî ziman ku ji ber bihayên zêde di rewşeke bêçare de ne. Dûrak, da zanîn ku pîvaz û meydenozên li bazarê kirin 65 lîre girt û wiha got: “Mirovên feqîr wê çawa bi van bihayan dan û standinê bikin? Min havînê hin zebzeyên zivistanê kirîbûn, niha bi teqsîdê pereyê wan didim. Ez û hevjînê xwe tenê bi hev re dijîn lê nikarin debara xwe bikin. Dahata me 3 hezar lîre ye. Em bi 3 hezar lîreyan, dikarin heqê xwarin, ceyran û gaza xwezayî bidin. Ez da ji xwe re pêlavekê bikirim lê ji ber bihaya wê 300 lîre bû min nekirî. Kesên birêvedibin welat xistin vî halî. Mirov nikarin fêkî û zebze bikirin. Sedemê vê bihabûn û xizaniyê kesên me birêvedibin in. Her roj derdikeve dibêje ‘ez ê aboriyê rast bikim’ lê tişteke wisa nîne. Heke ev ji ser serê me herin wê krîza aboriyê xelas bibe. Em ê di vê hilbijartinê de wan bişînin.”
 
‘EZ NIKARIM NAN BISTÎNIM’
 
Mûrat Bariş ê ji bihabûna li bazaran gazin kir jî wiha got: “Ez têm bazarê lê nikarim tiştekî bikirim. Li bazarê mirov alîkariya min dikin û fêkî û zebze dikirin. Heke mirov tiştekî ji min re bikirin, ez wê dibim malê. Heke nekirin jî ez dest vala vedigerim. Dîsa bi heman awayî diçim ber deriyê firinê û li benda mirovan im ku ji min nan bikirin. Ez di rewşeke perîşan de me. Xaniyê min ê niha ax e û xirbe ye. Ez nikarim nan jî ji xwe re bistînim. Bila êdî dawî li van zeman bînin.”
 
‘EZ NIKARIM MALBATA XWE TÊR BIKIM’
 
Rifat Adiyaman ê bertek nîşanî zeman da, anî ziman ku nikare berheman bikire û wiha got: “Kiloyeke pîvazan bûye 10 lîre. Em ê di rewşeke wisa de çawa dan û standinê bikin? Heke krîza aboriyê û zam wiha berdewam bikin, em mirovên xizan ji ber nikarin xwarinê peyda bikin em ê bimirin. An ku rewş ev qas xerabe. Ez nikarim zarokên xwe malbata xwe têr bikim. Neşêm tiştên ku dixwazin bistînim. Ji vê xerabtir wê çi hebe?”
 
‘JI BER KESÊN BI RÊ VE DIBIN EM DI VÊ REWŞÊ DE NE’
 
Welatiyekî ku nexwest navê xwe bide jî wiha axivî: “Ji sedî 5 gel encax dikare tiştên dixwaze bistîne. Yên din nikarin xwarinên dixwazin jî bibin mala xwe. Mirovên bi mehane nikarin fêkî bibin mala xwe hene. Li bazarê her tişt heye lê em lê dinerin û derbas dibin. Ji ber ku hêza mirovan a kirînê nîne. Kîloyeke bacanan bûye 20 lîre. Bi van bihayan kî dikare çi bikire? Hemû mirovên li Wanê dijîn xizan in. Par kîloyeke goşt 80 lîre bû niha 200 lîre ye. Dîsa bihayên şîr jî bi heman awayî bilind bûn. Ji ber kesên bi rê ve dibin em di vê rewşê de ne.”