BES'ê daxwazên xwe yên têkildarî kedkarên SGK'ê aşkere kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - BES'ê daxwazên xwe yên ji bo mexdûriyeta kedkarên SGK'ê ji holê bên rakirin aşkere kirin. 
 
Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) ji bo mexdûriyeta kedkarên Saziya Sîgorteyê ya Civakî (SGK) ji holê bên rakirin li gelek welatan daxuyanî dan. Şaxa BES'ê Amedê li navçeya Yenîşehîr a Amedê li ber avahiya SGK'ê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser “Divê mexdûriyeta xebatkarên SGK'ê ji holê bê rakirin , Îkramiyeyên hatine xespkirin û mûçeyên mesaiya zêde bila demildest bên dayîn, heta daxwazên me bi cih neyên em ê têkoşîna xwe bidomînin” dinivîsî hat vekirin. Daxuyanî ji hêla Sekretera Jinan a BES’ê Guneş Ozel ve hat xwendin
 
Ozel a da zanin ku SGK ji dayikbûnê heta mirinê bi meaşekî nêzî birçîbûnê xizmetê dide 85 milyon welatiyan, anî ziman ku di warê qanûn û kar de yek ji saziyên ku karê wê herî giran e û wiha got: "Wezîr em bihîst in lê daxwazên me fêm nekir. Weki ku mizgîniyek bi de me ragihand ku seatên mesayiyan derxistiye 100’î. Em nabêjin wê bi vî awayî  pirsgirêkên me yên aborî çareser bibin. Em ji we çareseriyên mayînde dixwazin." 
 
Ozelê got ku ew weke BES'ê  li cem xebatkarên SGK’ê ne û daxwazên xwe careke din dubare kir.
 
ANTALYA
 
Şaxa BES'ê ya Antalyayê jî li ber avahiya Miduriyeta SGK'ê ya Bajêr daxuyanî da. Endamên BES'ê dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê serbikevin" berz kirin. Seroka Şaxa BES'ê ya Antalyayê Devrîm Mol destnîşan kir ku daxwazên wan ên bingehîn jiyaneke weke mirovan e. 
 
EDENE
 
Endamên Şaxa SES'ê yên Edeneyê jî dest ji kar berdan û li ber avahiya Miduriyeta SGK'ê ya Bajêr daxuyanî dan. Seroka Şaxa BES'ê ya Edeneyê Fatma Sariogûz Guney a di daxuyaniyê de axivî wiha got: "Em dixwazin di şert û mercên mirovî de bixebitin û weke mirovan bijîn."