'Karker û kedkar wê tesîrê li ser hilbijartinê bikin’

img

STENBOL - Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci bal kişand ser zext û êrişên li ser karker û kedkaran û ji ber van sedeman jî wê tercîhên karker û kedkaran tesîrê li ser hilbijartinê bike. 

 
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) ragihandin ku wê mitînga bi wesîleya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran li Qada Maltepeya Stenbolê li dar bixin. Ev saziyên navborî ji bo 1’ê Gulanê amadekariyên xwe didomînin û serdana karkeran dikin û wan vedixwînin mitîngê. 
 
Seroka Konseya Navenda TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci û endama Desteya Rêveberiya Navenda Sendîkaya Karkerên Hemû Otomotîv û Metalê (TOMÎS) Dîlbent Turker têkildarî 1’ê Gulanê axivîn. 
 
BO SEDSALEK NÛ BANG KIR 
 
Şebnem Korûr Fîncanci diyar kir ku ew ê li hemû bajaran beşdarî mitîngên 1’ê Gulanê bibin û ew ê tev li mitînga li Stenbolê bibin û dê bi dirûşma “Ked a me ye gotin a me ye” xwedî li keda xwe derkevin. Fîncanci anî ziman ku 1’ê Gulanê îsal xwedî wateyek cuda ye û wiha got: “Tirkiye di 14’ê Gulanê de diçe hilbijartinek girîng. Em hêvî dikin ku wê Tirkiye ji nû ve bê avakirin û azadî, aştî, edalet û şertên jiyankirina mirovî û mafê jiyanê yê hemû zindîweran parastin da ku em sedsalek nû bikin heyama têkoşînê. Lewma 1’ê Gulanê girîng e û em bang li hemû civakê dikin.”
DEPREM VE SEÇİM
 
Fîncanci diyar kir ku 1’ê Gulanê roja ku ew hemû mafên xwe bînin ziman e û di 14’ê Gulanê de jî tê wateyê ku îradeyek vî welatî ji nû ve ava bike were bijartin. 
 
‘BIRYARDARIYA KEDKARAN WÊ BANDORÊ LI SER 14’Ê GULANÊ BIKE’ 
 
Fîncanci da zanîn ku rewşên heyî û her çalakiya tê lidarxistin bandorê li ser hev dikin û hev zexm dikin û got: “Biryardariya karker û kedkaran ji bo mafên xwe bistînin têdikoşin. Dixwazin di nava îradeya jiyana bi hev re û aştî û azadiyê de bijîn. Ji bo keda wan neyê xwarin, wê bandora karker û kedkaran li ser hilbijartinên 14’ê Gulanê bike. Ev berpirsiyariya me ye ku em îradeya xwe li tevahiya Tirkiyeyê belav bikin.” 
 
‘DIVÊ KARKER ÇARENÛSA XWE DIYAR BIKIN’ 
 
Rêvebera Navenda TOMÎS’ê Dîlbent Turker diyar kir ku bi milyonan karker û kedkar li her devera dinyayê patronan zengîn dikin û divê karker bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin û wiha got: “Hêza herî hilberîner di destê karkeran de ye. Divê em xwe li dijî dijminên karkeran, jinan, zarokan bikin yek û xwe bi rêxistin bikin. Lewma divê îktidara heyî jî û îktidara bê jî li ser pişta karker û kedkaran debara xwe neke û eziyetê li wan neke. Herî zêde di heyama AKP’ê de êriş li dijî karkeran hat kirin. Têkoşîna rizgariyê di rêxistinbûna karkeran re derbas dibe. AKP pir eşkere dijminatiya karkeran dike. Ji bo karker siyaseta xwe li pêş bixin divê têbikoşin.”
 
BANGA 1’Ê GULANÊ 
 
Turker anî ziman ku ji bo ew li mafê hemû karkeran bipirsin, ji bo ew li hesabê hemû karker û kedkarên hatine qetilkirin û jiyana xwe ji dest dane bipirsin divê hemû kedkar û karker biherikin qadên 1’ê Gulanê û bi vê wesîleyê hemû karker û kedkaran vexwend pîrozbahiyên 1’ê Gulanê.