Ji bo 1’ê Gulanê banga tevlibûnê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên girseyî yên demokratîk ku xwe amade dikin di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, bernameyên xwe yên 1’ê Gulanê aşkerekirin û banga tevlibûnê li gel kirin. 
 
Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ya Edeneyê ji bo mitînga ku dê li Qada Ûgûr Mûmcû bikin banga tevlibûnê kirin. Di daxuyaniya ku namzetên parlamenteriyê jî piştgiriya wê kir de li ser navê Komîteya Amadekar Tongûç Ozkan axivî. Ozkan, anî ziman ku maf û azadî ji holê hatin rakirin û bi gotina “Ji bo cîhaneke ku ked lê neyê xwarin, ne ji sedî yek ji sedî 99 lê bi keyfxweşî bijîn ber bi 1’ê Gulanê ve” gel vexwendin mitînga 1’ê Gulanê. 
 
Li Edeneyê wê 1’ê Gulanê saet di 16.00’an de li ser Pira Kasim Gulek bi meşê dest pê bike û li Qada Ûgûr Mûmcû (Qada Îstasyonê) bi dawî bibe. Piştî daxuyaniyê girse li ser cadeya Înonu, Çakmak û Ataturk belavok belavkirin. 
 
ÊLIH 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê jî bi daxuyaniya li Parka Yilmaz Guney li dar xist banga tevlibûna mitînga ku wê di 1’ê Gulanê de li dar bixin kir. Pêkhateyên platformê, Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê qeyûm tayînî şûna wî hate kirin, endamên HDP’ê, DBP’ê û Partiya Çepên Kesk beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “Ji bo yekitî, piştevanî, têkoşîna xwe mezin bikin haydê Êlih ber bi 1’ê Gulanê ve” hate vekirin de berdevkê platformê Denîz Topkan axivî. 
 
Topkan wiha got: “Em ê di qadên 1’ê Gulane de biqîrin. Ji bo pergaleke civakî ya nû em ê destpêkeke nû bikin. Em ê bi vîna xwe li qadan bibin yek.”
 
Piştî daxuyaniya hate kirin li ser Cadeya Amedê belavok hatin belavkirin.