Dikandarên Bazara Kedê ya Jinan ji ber krîzê nikarin dikanên xwe vekin

img
ŞIRNEX - Bazara Kedê ya Jinan a Silopiyayê ji ber krîza aborî zehmetiyê dikişîne. Esnafên bazarê ji ber ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê hatine asta ku dikanên xwe bigirin. 
 
Li Silopiyaya Şirnexê, Bazara Kedê ya Jinan ku di 18'ê adara 2022'yan de ji aliyê Şaredariya Silopiyayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve ji bo jinan hatibû avakirin û ji 12 dikanan pêk tê, ji ber krîza aborî ya desthilata AKP'ê, hatiye asta ku nikare çerxa xwe bigerîne. Li bazarê niha tenê 2 dikan vekirî ne. Dikandarên bazarê destnîşan kir ku ji ber krîza aborî karê wan sekiniye. 
 
KRÎZA ABORÎ
 
Dikandar Gulbijar Bînîcî (38) ya ku berên herêmî difiroşe diyar kir ku krîza aborî ya heyî bandoreke nebaş li wan dike û wiha got: "Ez li vir berên pez difiroşim. Ji ber vê zehmetiyên wê pir in. Çimkî şivan û bêrîvan di xwedîkirina sewalan de zehmetiyê dikêşin. Ka giran e, cih giran e û dermanê pez giran e. Ji ber vê jî fiyetê berhemên spî jî biha dibe. Ez di vî warî de gelek zehmetiyê dikêşim. Krîza aborî weke her kesî min bandoreke nebaş li min jî dike. Lê ji bo ku şaredariya me ev derfet daye me em spas dikin. Kargeha min biçûk e, lê heqê ceyranê gelek zêde tê. Li kargeha min 2 sarinc hene û ez nêçarim ku hemû tiştê xwe bikim tê de û bixebitînim. Ji ber vê jî heqê ceyranê gelek zêde tê. Ez tişta qezenc dikim hemû didim heqê ceyranê. Hêvî dikim ku ev serdem zû bi dawî bibe."
 
'DIVÊ EM LI BER XWE BIDIN'
 
Bînîcî da zanîn ku gelek dikandarên bazarê ji ber nebûna kar dikanên xwe girtine û wiha domand: "Cihê me gelek xweş e. Em kedê jî didin, lê em heqê wê nastînin. Divê jinên karker li dijî krîza aborî li ber xwe bidin. Heke em bibêjin krîza aborî heye û li mala xwe rûnên dê rewş nebaştir bibe. Heke em çêlekên xwe bifiroşin, pezê xwe bifiroşin kargehên xwe bifiroşin em ê çi bixwin? Ma em biçin Rûsyayê dexlê wan bînin û bixwin? Wiha nabe. Divê em li ber xwe bidin. Ava me heye, axa me heye û warê me heye lê kedkar tune ne."
 
JI BER KRÎZA ABORÎ DIKANÊN XWE GIRTINE
 
Ji dikandarên bazarê Esma Orûç (21) jî bal kişand ser krîza aborî û got ku ev yek herî zêde bandorê li jinan dike û ev tişt anîn ziman: "Ez serê sibehê dikana xwe vedikim. Carna ev saet dirêj jî dibe. Lê wexta min hemû li vir derbas dibe. Li gel kûrbûna krîza aborî, kirîgerên me jî kêm dibin. Carna bi zorê em heqê ceyrana xwe û kireyê derdixînin. Carna em ji berîka xwe didin. Ev rewşeke gelek awarte ye. Vekirina bazara keda jinê fikreke gelek hêja ye. Lê belê li gel kûrbûna krîza aborî hevalên me yên jin nikarin debara xwe bikin. Jin ji ber ku nikarin kirêyên kargehên xwe bidin venakin. Li şûna ku ev der tije bibe, heta êvaran vala ye. Ji ber wê jî nava rojê herî zêde 10 kes tên. Ev jî hejmareke gelek kêm e. Dema bazar nû ewilî hatibû vekirin jin dihatin kargehên xwe vedikirin. Lê li gel krîza aborî kirîger nehatin û her tişt gelekî biha bû. Ji ber ku wexta wan jî vala diçû kargehên xwe hew vekirin. Divê jin xwedî li vê bazarê derkevin. Pêdiviya me bi piştgiriya jinan heye. Ji bo ku em karibin xwe li ser pêyan bigirin divê em piştgiriyê bidin hev. Divê em li dijî krîza aborî têbikoşin."