Tuncel: Divê em pêşengtiyê ji guherîn û veguherînê re bikin

  • rojane
  • 14:36 20 Îlon 2024
  • |
RIHA - Siyasetmedar Sebahat Tuncel çû serdana Şaredariya Curnê Reş û got: “Divê em şaredarvaniya alternatîf bikarin ava bikin. Meseleya me ne tenê ew e ku avahiyekî bi dest bixin. Meseleya me ew e ku pêşengtiya guherîn û veguherînê bikin.” 
 
Şandeyeke ku ji siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel, Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî û gelek kesên din pêk dihat li Rihayê çûn gelek serdanan. Şande ji ewil çû serdana OHD’ê û piştre jî çû serdana Şaredariya Curnê Reş. 
 
'TORA ÎKTÎDAR-DARAZ-HUDA-PAR’Ê’
 
Di serdana OHD’ê de Tuncel bi bîr xist ku hêj Doza Kobanê biencam nebûye. Tuncel, got: “Kesên tehliye bûn ji wan dosyayên ku diviya beraet bikirana ceza xwarin. Li hevalên me yên din nêzî 40 sal ceza dan.” Tuncel, bal kişand ser geşedanên dawî û wiha got: “Narîn, çima bi rojan li gundê dewlet herî zêde lê bihêz û îstîxbarata wê lê pir xurt nehate dîtin? Her ku bûyer derdikeve holê, di bûyereke berê de jî gef li endamên darazê xwarine. Têkiliyeke daraz, îktîdar û HUDA-PAR’ê heye. Hiqûq, weke rêbazeke cezakirina muxalefetê tê bikaranîn.” 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
 
Bi domdarî Tuncel bal kişand ser tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê û wiha got: “Diviya hiqûqnas vê mijarê bikirana rojev. Di cezayan de îfadeya ‘heta dimire dê di girtîgehê de be’ heye. Ev yek li dijî PMME’yê ye. Tişta em niha dijîn, çavkaniya xwe ji tecrîda li Îmraliyê digirin. Tecrîdeke ewqas giran e kul tevahiya pêvajoya em dijîn girêdayî hev e.” 
 
ÇÛ SERDANA ŞAREDARIYA CURNÊ REŞ
 
Şande, piştre jî çû serdana Şaredariya Curnê Reş. Şande, ji hêla Hevşaredar Serhan Paydaş û endamên meclisa şaredariyê ve hate pêşwazîkirin. Tuncel di serdanê de axivî û got: “Em bi kelecaneke mezin li benda hilbijartinên Curnê Reş bûn. Hûn du caran bi ser ketin û ev bû moraleke mezin. Dem dema mezinkirina destkeftiyan e. Divê rêxistina me ya bajar û navçe bi destên hev bigirin û destkeftiyan biparêzin. Divê pêdiviyên welatiyan bên tespîtkirin û xizmet jê re were kirin. Derfet kêm in lê ev nabe hincet. Divê em di demekî kin de hedefên mezin bi dest bixin. Hewceye em şaredarvaniya alternatîf ava bikin. Meseleya me ne bidestxistina avahiyê ye, meseleya me ew ku bi rêya we pêşengtiyê ji guherîn û vegerînê re bikin. Em dikarin bi rêya piştevaniyê vê bikin.”
 
Piştre jî Hevşaredar Paydaş têkildarî projeyên xistine meriyetê û yên dê bikevin meriyetê agahî da. Herî dawî jî sihbet hate kirin û serdan bi dawî bû. 

Sernavên din

16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn
14:31 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
14:30 Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin
14:29 DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
14:05 Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin
12:42 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Fîgen Yuksekdag
12:32 Eren ê 30 sal girtî ma, hat berdan
12:30 Bi hezaran kes li pêşiya edliyeyê ne: Kelûmelên qirtasiyeyê sûc hesibandine
12:23 Bakirhan: Pirsgirêka ewlehiyê ya esasî, feraseta Kurdan tune dihesibîne ye
11:58 Bayindir: Roj roja berxwedan û xwebirêxistinkirinê ye
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
11:38 Wekîl û malbat negirtin avahiya edliyeyê
11:12 Kurê girtiyê nexweş Elçîçek: Em ji ber xetereya ser jiyana wî ditirsin
11:11 Endamên DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê divê gavên samîmî bên avêtin
10:58 Li Amedê ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ tê vekirin
10:44 Li dijî tecrîdê bedena xwe dabû ber agir: Em li Serokê xwe xwedî derkevin
10:40 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 16’an
10:39 Hevşaredarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:33 Dayikên li dijî hewldana qeyûm li ber xwe didin: Ji vê polîtîkayê çareserî nabe
10:27 7’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê dest pê kir
10:13 'Îftirayên' Akbiyik bi beraatê encam dibin
09:55 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:54 Estukyan: Bi gotinên 'terorîstanê' ve diyalog dewam nake
09:52 Saîpnazarova ya Qazaxistanî: Zimanê Kurdî pir dewlemend e
09:36 Pîrozbahiyên Serê Salê dest pê dikin
09:16 Daştan bi belgefîlma ‘73’yê rastiya Şengalê vegot: Dê xeyalên wî nîvco nemînin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÇILEYA 2025’AN
11/01/2025
16:43 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
16:12 Dosyeya Pexşan Ezîzî ji daîreya înfazê ya ceza re hat şandin
16:08 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Qamişloyê hatin definkirin
15:44 Ji Nêrgiz Mihemedî ji bo Pexşan Ezîzî bang