Li Nexweşxaneya Diranan a Zanîngeha Dîcleyê mobbîng

img
AMED - Li Nexweşxaneya Diranan a Zanîngeha Dîcleyê, xebatkarên tenduristiyê li du klînîkan tên xebitandin û ji yên li ber vê mobbîngê radibin jî wiha tê gotin: "Ger ne bi dilê we be îstifa bikin." 
 
Li Nexweşxaneya Diranan a Zanîngeha Dîcleyê, tenduristkar rastî mobbîngê tên û yên li ber vê mobbîngê radibin jî "îstifakirin" li wan tê ferzkirin. Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) ya Amedê Yildiz Ok Orak têkildarî mobbînga li tenduristkaran tê kirin axivî. 
 
Orak da zanîn ku li Nexweşxaneya Diranan a Zanîngeha Dîcleyê du beşên nû emeliyatxaneyek hatiye vekirin û ji ber vê barê xebatkaran du qat zêde bûye. Orak anî ziman ku ji ber vê hevdîtin bi rêveberiya nexweşxaneyê re kirine û diyar kirine ku beşên ji bo tenduristiya gel hatine vekirin girîng in, lê divê barê kar li ser milê tenduristkaran neyê barkirin. 
 
Yildiz Ok Orak
 
SERÎ LI DARAZÊ DANE
 
Orak diyar kir ku piştî hevdîtinê pirsgirêk zêde bûne û rêveberiya nexweşxaneyê saziyê wekî kargeheke xwe bi rê ve dibe û wiha domand: "Herî dawî hefteya borî SES û xebatkarên etdnuristiyê yên li nexweşxaneyê diçin hevdîtinê bi îdareya nexweşxaneyê re dikin. Îdareya nexweşxaneyê, ji tenduristkaran re dibêje, 'ne bi dilê we be îstifa bikin.' Ev yek jî jixwe nîşan dide ku her diçe mobbîng zêde dibe. Tu sazî ne kargeheke rêveberan e. Ên li wir hemû karmendên dewletê ne. Me jî ji ber vê serî li darazê da. Em doza xwe dişopînin." 
 
Orak, destnîşan kir ku xebatkarên nexweşxaneyê hemû rastî mobbîngê tên lê endamên SES'ê li hemberî van zextan xwe li bêdengiyê danaynin. 
 
Orak, anî ziman ku sedema van pirsgirêkan rêveberên bi awayekî bêliyaqat tên tayînkirin bi xwe ne û got ku ew ê tim li cem xebatkarên tenduristiyê bin û li dijî mobbîngê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.