Yekitiya Hilberînerên Fistiqan a Amedê hate avakirin

img
AMED - Yekitiya Hilberînerên Fistiqan a Amedê hate avakirin. Serokê yekitiyê Celalettîn Bîrtane wiha got: “Armanca me ew e ku di nava 10 salan de ji 10 milyon darên fistiqan qadên hilberandina fistiqan ava bikin û alîkariyê bidin aboriyê.” 
 
Li Amedê 28 hilberînerên fistiqan hatin ba hev û Yekitiya Hilberînerên Fistiqan a Amedê ava kirin. Yekitî, li vaahiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Cîgirê Serokê DTSO’yê Erdal Avşar, endamên odeyê û serokên odeyên zîraetê yên Amed û navçeyên wê tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Serokê Yekitiya Hilberînerên Fistiqan a Amedê Celalettîn Bîrtane di daxuyaniyê de axivî û got ku armanca wan ew e ku jiyana 150 salan a aboriya Amedê bi hilberandina fistiqan baştir bikin. Bîrtane, axaftina xwe wiha domand: “Me yekitiya xwe bi tevlibûna 28 hilberînerên fistiqan ava kir. Armanca me ew e ku xelkê Amedê û xwezaya wê sûdê jê bigire. Bi taybet jî em ê qadên nebikêr ên çandiniyê veguherînin qadên hilberandina fistiqan. Armanca me ew e ku di nava 10 salan de bi 10 milyon darên fistiqan re qadên hilberandina fistiqan ava bikin. Bi vê yekê re bikin ku aborî jê sûd bigire. Di serî de bi piştgiriya DTSO, sazî û dezgehên cemaweriyê, em ê fistiqan hilberînin, bikin paket û bigihînin bazara cîhanê. Em ê bikin ku berhema hilberîneran, bi awayekî herî baş bifiroşin. Bi vê yekê jî bikin ku rêjeyeke zêde ya dovîzê bînin Amedê.” 
 
‘DÊ BI KÊRÎ PARASTINA AVHEWAYÊ JÎ BÊ’
 
Bi domdarî Bîrtane got ku heke bikarin hedefên xwe pêk bînin, dê derdora 500 milyon dolaran qezenc bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Daxwaza me ew e ku rêveberî û saziyên herêmî û navendî piştgiriyê bidin me. Emrê dara fistiqê 250 sal in û nêzî 180 salan jî bênavber berhemê dide. Dema em qadên fistiqan ên li bajarê me difikirin, ev hewldana me hem dê aboriya bajar baş bike hem jî dê ji bo parastina avhewa û hawirdora bajar gelek baş bibe.”