Dolarî 25 lîre derbas kir!

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî biryara faîzê ya Banka Navendî, dolarî 25 lîre derbas kir. 
 
Banka Navendî faîza polîtîkayê ji sedî 8,5 derxist ji sedî 15’ê. Vê yekê jî kir ku lîreyê tirk li hemberî dolar hêj bêhtir bêqîmet bibe. Beriya biryara faîzê dolar derdora 23,5 lîreyan bû û nîv saet piştî biryarê jî dolarî 24 lîre derbas kir. Di saetên êvarê de jî dolar derket 25,46 lîreyên tirk û rekoreke din jî derbas kir. Euro jî derket 27,88 lîreyan. 
 
Dolar niha biş 25,20 lîreyan û euro jî bi 27,50 lîreyan e.