ENAG: Enflasyona salane ji sedî 108,5 e

img
NAVENDA NÛÇEYAN - ENAG’ê enflasyona mehane weke ji sedî 8,54 û ya salane jî weke ji sedî 108,58 hesab kir. 
 
Koma Lêkolînkirina Enflasyonê^(ANAG) ku ji akademîsyen û aborînasan pêk tê, daneyên enflasyona meha hezîranê eşkere kir. Li gorî daneyên ENAG’ê; enflasyona mehane ji sedî 8,54 û ya salane jî weke ji sedî 108,58 hate hesabkirin. Rêjeya enflasyona serdema çile-hezîranê jî weke ji sedî 50.53 hate hesabkirin. 
 
DÊ DI 5’Ê TÎRMEHÊ DE BÊ PARVEKIRIN 
 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TÛÎK) jî dê daneyên enflasyonê yên meha hezîranê di 5’ê tîrmehê roja çarşemê saet di 10.00’an de eşkere bike.