Li gorî TUÎK'ê enflasyon ji sedî 38, li gorî ENAG’ê ji sedî 108

img

ENQERE - TUÎK'ê rêjeyên enflasyonê yên mehane, 6 mehan û salane eşkere kir. Enflasyona salane li gorî TUÎK’ê ji sedî 38,21, li gorî ENAG’ê jî bû ji sedî 108,58.

 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) rêjeya enflasyonê ya mehane, nîvsalane û salane eşkere kir. Li gorî daneyên TUÎK'ê parve kir, enflasyona meha hezîranê bû 3,92, enflasyona 6 mehan bû 19,77, enflasyona salane jî bû 38,21. Li gorî TUÎK'ê enflasyon di 18 mehên dawî de di asta herî kêm de ye.
 
Lê belê nakokiya di navbera daneyên TUÎK'ê û daneyên Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) a ku ji aliyê akademîsyen û aborînasan ve bi awayekî serbixwe hatiye avakirin û di 3'ê Tîrmehê daneyên ku parvekirin bal dikişîne ser xwe.
 
Li gorî daneyên ENAG'ê di meha hezîranê de enflasyon bû 8,54, enflasyona 6 mehan ji sedî 50,53, enflasyona salane jî bû ji sedî 108,58.