Zema KDV'ê li benzîn û motorînê hate kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dê ji îşev ve ji bo stotemeniyê zema KDV’ê were kirin. 
 
Piştî hilbijartinê bi rabûna dolar re ji bo sotemeniyê li ser hev zem tên kirin. Ji bo sotemeniyê îşev jî zema KDV’ê tê kirin. Bi Biryara Serokkomar re KDV’a berhemên sotemeniyê ku ji sedî 18 bû derket ji sedî 20. Zema hatiye kirin dê îşev bikeve meriyetê. Bi vê zemê re benzîn 40 qirûş, motorîn 38 qirûş, LPG jî 15 qirûşan zêdetir bû. 
 
Piştî zeman, lîtreya benzînê li Stenbolê bi 26,65 lîreyan, li Enqereyê bi 27,13 lîreyan, li Îzmîrê bi 27,16 lîreyan were firotin. Motorîn jî dê li Stenbolê bi 25,20 lîreyan, li Enqereyê bi 25,67 lîreyan û li Îzmîrê jî bi 25,79 lîreyan were firotin.