Mazot dîsa hat bihakirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Lîreyek û 55 qirûş bihayê mazotê hat zêdekirin. 
 
Bihayê sotmeniyê li ser hev tê bihakirin. Lîreyek û 55 qirûşê din bihayê mazotê (motorîn) hat zêdekirin. Di ekranên pompeyên firoşgehên sotemeniyê de jî ev bihakirin hat nîşandan. 
 
Li gorî bihayên pompeyên sotemeniyê yên nû; lîtreyek mazotê bi 33,92 lîreyan tê firotin.