Bi hezaran karkerên DEDAŞ’ê dest ji kar berdan: Em mafên xwe dixwazin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Karkerên DEDAŞ’ê bi daxwaza ku mafên wan li wan bê vegerandin, li Amed, Mêrdîn, Riha, Êlih û Sêrtê dest ji kar berdan û çalakî li dar xistin.
 
Karkerên di bin banê Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) de dixebitin, ji bo mafên xwe dest ji kar berdan û çalakî li dar xistin. Çalakî li Amed, Mêrdîn, Riha, Êlih û Sêrtê pêk hat. 
 
Karkerên DEDAŞ’ê ku di Serwîsa Arize, Tamîr û Çêkirinê ya Midûriyeta DEDAŞ’a Amedê dixebitin dest ji kar berdan. Karkeran li ber Midûriyeta DEDAŞ’ê ya Amedê çalakî li dar xistin. 
 
Karker van daxwazan dikin: “Em dixwazin bibin endamên sendîkayê. Em daxwaza meaşê kêmtirîn dikin û her wiha ji sedî 80’ê meaşê zemkirî, Ji 6 mehan carek îkaramiyeya meaş, promosyona bankayê, promosyona cejnên Remezan û Qurbanê, mafên para keda ew didin, bihayê xwarin û rê ku dewletê diyar kiriye, zêdekirina bihayê mesaiyan, bihayê betlaneya fermî, bihayê pêvek ê ji sedî 15 yê vardiya şevê.” 
 
Karkerên li navçeyên Amedê dixebitin jî tev li çalakiyê bûn û nêzî hezar karker çalakî li dar xistin. Karkeran bênavber dirûşmeya “Em karker in, em mafdarin û em ê bi ser bikevin” berz kirin. Ji ber çalakiyê polîs û maşîneyên zirxî sewqî cihê çalakiyê hatin kirin. Kêkliya ku çalakiya karkeran berdewam dikir, rayedarên şirketê ji karkeran daxwaza “bila nûnerên we bên, em hevdîtinê bikin” kirin. Lê belê karkeran xwest rayedarên şirketê li derve li cem karkeran hevdîtinê biki. 
 
Çalakiya karkeran berdewam dike. 
 
MÊRDÎN 
 
Li navçeyên Artûklû û Qoserê yên Mêrdînê jî karkerên DEDAŞ’ê ji bo mafên xwe yên sendîkayî dest ji kar berdan û çalakî li dar xistin. Karkerên DEDAŞ’ê li ber Midûriyeta DEDAŞ’ê ya Mêrdînê ku li Artûklûyê ye çalakî pêk anîn û ji bo mafên wan ên sednîkayê bê nasîn çalakiya rûniştinê li dar xistin. Karkeran bênavber dirûşm berz kirin. Karkeran destnîşan kir ku heke daxwazên wan neyên qebûlkirin, wê çalakiyên xwe belavtir bikin. 
 
Karkerên DEDAŞ’ê li Qoserê jî dest ji kar berdan û li Qada Azadiyê li hev kom bûn. Karker ji Qada Azadiyê heta ber avahiya Dîcle Epsaşê ku girêdayî DEDAŞ’ê ye meş li dar xistin. Karkeran di meşê de daxwazên xwe anîn ziman û meş li ber avahiya Dîcle Epsaşê bi dawî bû û daxuyanî hat dayîn. 
 
Ferman Akbaş li ser navê karkeran axivî û destnîşan kir ku ew mafên xwe yên sendîkayê dixwazin û wiha got: "Em heqê keda xwe dixwazin. Dema em li ser dîrekan dimirin, kes li zarok û malbatên me napirse, lewma em mafên zarokên xwe ku li pey me dimînin dixwazin. Dema em li ser kar in gelek caran em bi lêdanê re rû bi rû dimînin. Lê rayedarên saziyê li rewşa me napirsin û li cem me nasekinin. Em dixwazin demildest daxwazên me bên qebûlkirin.” 
 
Piştî daxuyaniyê karkeran çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 
RIHA 
 
Li Rihayê jî karkerên DEDAŞ’ê li ber Midûriyeta Bajêr a saziya lê dixebitin çalakiya rûniştinê li dar xistin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar serdana karkeran kir. 
 
Kêliya ku Şenyaşar çû cem karkeran, bi sedan karker rabûn ser pêya û bi çepaikan Şenyaşar pêşwazî kirin. Şenyaşar diyar kir ku ew ji bo li daxwaza karkeran guhdar bike hatiye cem wan û got: “Ez ji bo li daxwazên we guhdar bikim hatime ba we. Daxwazên we mirovî ne. Ez dixwazim van daxwazen we li Meclisê jî bînim ziman. Ez ê daxwazên we ji rayedaran re ragihînim. Em li cem we ne. Rayedarên DEDAŞ’ê karker û xelkê anîne hemberî hev. Rayedar wisa dikin ku xelk û karker li hemberî hev dijminatiyê bikin.” 
 
Şenyaşar piştî axaftin kir li daxwazên nûnerên karkeran guhdar kir. Karkeran diyar kir ku ew biarmanca hişyarî bidin karkeran vê çalakiyê li dar dixin û heke daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiyên xwe bidomînin. Çalakî bi lêdana çepikan bi dawî bû. 
 
 
LI ÊLIH Û SÊRTÊ JÎ ÇALAKΠ
 
Karkerên DEDAŞ’ê li Êlihê û Sêrtê jî bi heman daxwazan dest ji kar berdan û li ber şaxên DEDAŞ’ê çalakî li dar xistin. Karkeran daxwazên xwe anî ziman û xwestin daxwazên wan bên qebûlkirin.