Li Mêrdînê nan hat bihakirin

img
MÊRDÎN - Li Mêrdînê ji sedî 25 bihayê nan hat zêdekirin. 
 
Li Mêrdînê bihayê nan jî zêde bû. Li gel zema ji sedî 25 hatiye kirin li Mêrdînê bihayê nan ê 200 xeram bi 4 lîreyan dihat firotin, bû 5 lîre. Bihayê nan ê 400 xeram jî derket 10 lîreyan. Zema ku hat kirin îro kete meriyetê û xwediyên firinên nan jî destnîşan kirin ku zema hatiye kirin kêm e û divê zem were zêdekirin.