Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike

img

RIHA - Projeya GES'ê ku ji aliyê Kalyon Holdîngê ve li mêrga mezraya Dûzikê ya gundê Kadikoy a Wêranşar tê çêkirin bandorê li ser gundên derdorê ku debara xwe bi sewalkariyê dikin jî dibe. Şêniyên gundan bi lêv kirin ku heke GES li mêrga wan bê çekirin sewalkarî jî dê li gundan biqede û ew dê neçarî koçberiye bibin. 

Şîrketa Kalyon Holdîngê di sala 2022'yan de li mezraya Dûzikê ya gundê Kadikoy a navçeya Wêranşar a Rihayê li ser 13 hezar donim erd bi heza 50 MW projeya Santrala Enerjiyê ya Tavê (GES) da destpêkirin û bi projeyê re tê xwestin ku li ser mêrgên gundan 162 hezar û 500 panel bên danîn. Tevî ku projeya GES’ê bandor li ser mêrgên mezraya Duzikê ya gundê Kadikoyê ya navçeya Wêranşarê, gundên Zokê û Kotê yên navçeya Dêrik a Merdînê û mezrayên gundên derdorê dike û dibe sedem ku li gundan sewalkarî biqede jî Rapora Nirxandina Hawîrdorê (ÇED) destûr daye ku li wir projeya GES'ê bê çekirin. Bi destpêkirina projeyê re şeniyên gundan jî li dijî projeyê derketibûn û di 29'ê adara 2023'yan de li dijî çekirina GES'ê çalakî li dar xistibûn. Lêşkeran êrişî çalakiya şeniyên gund kiribûn, gelek gundî derb kiribûn û ji wan 9 kes jî binçav kiribûn. Piştî çalakiya şeniyên gund projeya GES'ê li gund hat sekinandin. Lê piştî 4 mehan hefteyek berê maşîneyên kar ketin mezraya Dûzikê û ji bo danîna panelan rê çekirin.
 
Şeniyên mezraya Duzikê û gundên Zokê û Kotê ku em bi wan re axivîn, bi lêv kirin ku debara wan li ser sewalkariyeyê heke ev proje li mêrgên wan bê çekirin, cihekî ku ew sewalan lê xwedî bikin namîne û xwestin projeya GES'ê ya li ser mêrgên wan bê bê sekinandin. 
 
'YEK JÎ JI ME BIMÎNE EM NAHÊLIN'
 
Zîne Taşkin (48) a ji gundê Dûzikê anî ziman ku heke projeya GES'ê li meraya wan bê çekirin debara wan jî ji destê wan diçe û wiha got: “Em bi sewalkariyê debara xwe dikin lê heke li vir GES çêbibe em jî nikarin sewalên xwe bişînin mêrgan û sewalkarî li vir diqede. Di nav merayên me de GES'ê çedikin, bi vê yekê zilmê li me dikin. Ev çend gund di van mêrgan de sewalên xwe xwedî dikin, heke li wir GES çêbibe em dê li ku derê sewalên xwe xwedî bikin. Debara me jî li ser sewalan e. Heta yek jî ji me bimîne em nahêlin li vir GES bê çekirin. Daxwaza me ew e ku ev proje bê sekinandin.” 
 
‘GES ÇÊBIBE DEBARA ME JI DESTÊ ME DIÇE’
 
Mûstafa Derîn (54) ê ji gundê Zokê ya navçeya Dêrikê ya Merdînê jî bi lêv kir ku projeya GES'ê bandor li hawîrdora gelek gund û mezrayan dike û ev tişt got: “GES zerareke mezin dide me. Heke ev enerjî çêbibe sewalkarî jî dê li ve herême biqede. Heke sewalkarî biqede jiyana me jî li vir nabe. Ev şîrket ji bo berjewendiyên xwe yên peran li vir GES'ê çedike, em jî ji bo zarokên xwe û debara xwe sewalkariyê dikin, her tiştê me li ser vê mêrgê ye. Heta ji destê me were em nahêlin li vir GES bê çekirin. Ev saleke dibêjin dê li vir GES'ê çebikin. Em jî saleke li dijî vê yekê derdikevin. Em çûn civînan. Em hemû gundên ku ji vê GES'ê bandor dibin, me qeydên sewalên xwe jî birin. Bax û bostanên me tune ne, tenê debara me li ser sewalan e lê heke GES çêbibe debara me jî ji dest me diçe.”
 
‘DEWLET PIŞTGIRIYA ÇETEYAN DIKE’
 
Alî Taşkin (60) ê ji gundê Dûzikê jî diyar kir ku dewlet jî piştgiriya şîrketa Holdînga Kalyonê dike û wiha got: “Şîrket me tune dihesibînin. Ne tenê em di heman demê de destdirêjiya mafê sewalan dikin. Lê dengê me naçe kesî kes dengê me nabihîse. Debara me li ser sewalan e. Çandinî li cem me tune ye. Ev çeteya 5'an destên xwe dirêjî mêrgên me dikin. An ku ji Xwedê natirsin. Debara hemû gundên ku jê bandor dibin li ser sewalkariyê ye. Dema em li dijî wan derdikevin, çalakiyê dikin bi lêşkeran êrişî me dikin. Ev şîrket çete ne dewlet jî piştgiriya wan dike. Tevî ku vir mêrg e jî ÇED'ê destûr daye ku li vir GES bê çekirin. Heke ev mêrg ji destê me biçe, em jî dê dev ji gundê xwe berdin û neçar bin koçber bibin.”
 
‘ARMANC VALAKIRINA GUNDAN E’
 
Sînan Sofîoglû (52) ku li gundê Kotê yê navçeya Dêrik a Merdînê rûdinê jî destnîşan kir ku yek ji armanca wan valakirina gundan e û ev tişt got: “Em li dijî çêkirina enerjiyê ne. Em çend gund li ser vê mêrgê debara xwe dikin. Em tenê li ser sewalkariyê debara xwe dikin. Heke ev der ji destê me biçe em nikarin debara xwe bikin, gelek kes mexdûr dibin. Tiştekî me tune ye tenê debara me li ser sewalan e. Heta ji destê me werê em nahêlin li vir enerjî bê çekirin. Armanca wan ew e ku van gundan vala bikin û gelê vir neçarî koçberiyê bikin. Em naxwazin koçber bibin, heke ev dev ji çêkirina enerjiyê bernedin em jî heta ji destê me were em ê li dijî vê yekê derkevin.”
 
MA / Mahmut Altintaş