Li bazarê fiyet zêde dibin, welatî kîloyên tiştan kêm dikin

img

AMED - Zemên tên kirin bandorê li fiyeta zebze û fêkiyan jî dike. Xelkê Amedê diyar kir ku nikarin li bazarê dan û standinê bikin û berê 5-10 kîlo bacan dikirîn niha kîloyek du kîlo dikarin bikirin. 

Bi zeman ketin meha tîrmehê, faîza polîtîkayê ya pêr hate aşkerekirin jî di bin bendewariyan de ma. Faîza polîtîkayê bilindkirin asta ji sedî 17,5. Di nava meha tîrmehê ku bac hatin zêdekirin de piştî zemên li benzîn û mazotê hatin kirin ji şîr û berhemên ji şîr çêdibin re jî ji sedî 35 zem hate kirin. Zemên ji sotemeniyê re hatin û bihabûna kûra dowîzê weke zem bandor li sûk û bazaran kir. Ji ber li bazara semtê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê hatiye danîn bihayên zebze û fêkî zêde ne, welatî jî nikarin bi qasî hewcehiya xwe dan û standinê bikin. Esnafê bazarê ji bo bikiran bikişînin cem xwe dest pê kirin ku etîkên bihayan ne daliqînin. 
 
Li bazara pêncşemê ya li Ofîsê tê danîn, bihayên fêkî û zebzeyan gelek zêde ne. Li bazarê bihayên bacanan di navbera 15-30 lîre, yên xiyaran 12-15 lîre, yên xoxan 30-35 lîre, yên bacan reşkan 10-16 lîre, yên gilyazan 45 lîre, tirî 25-35 lîre, kartol 15 lîre, pîvaz 17 lîre, marol 30 lîre, bexdanûs 5 lîre, kelemê sor 18 lîre, lîmon jî 18 lîreyan tê firotin. 
 
Welatiyên ku li Qada Deriyê Çiyê ya navçeya Sûrê û Semta Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû me mîkrofon dirêjî wan kirin, ji zeman gazin kirin. 
 
‘HER KU DIÇE HER TIŞT BIHATIR DIBE’ 
 
Kahraman Erten ê 53 salî ku me li Deriyê Çiyê mîkrofon dirêjî wan kir, anî ziman ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate kirin bêkar maye. Erten, da zanîn ku hewl dide bi komkirina şûşeyên petên ji çopê debara xwe dike, tevî ku bi hevjîna xwe re bi tenê dijîn jî pereyê qezenç dike tê re debara wan nake. Erten, bi lêv kir ku ji ber nexweşiya xwe dest ji komkukirina şûşeyên pet jî kiriye û wiha got: “Pirsgirêkên min ên tenduristiyê hene, nikarim karên giran bikim. Gelek zehmet e ku mirov di van şert û mercan de debara xwe bike. Berê me 15-20 lîreyan ji bazaran pêdiviyên xwe dikarin bikirin. Lê niha 400-500 lîreyan nikarin tiştekî bikirin. Meha borî hezar û 500 vê mehê jî nêzî 3 hezaran lêçûna me çêbû. Gel ji bo debara xwe bike zehmetiyê dikişîne. Pergal têkçûye her roja ku diçe her tişt zêdetir xerab dibe.”
 
‘EM NIKARIN TIŞTEKÎ BIKIRIN’ 
 
Kezîban Çelîk (64) a anî ziman ku bi mûçeyê teqawîtbûnê yê hevjînê xwe debara xwe dikin jî wiha got: “Berê em dihatin navendê tiştan bikirin, kîloya bacanan 50 qûrîş bû,niha bûye 15-20 lîre. Ez da şimikekê bikirim 120-150 lîreyan e, min bi darê zorê terlîkeke 65 lîreyan peyda kir. Her tişt biha bûye nikarî tiştekî bikirî. Ez da ji xwe re çakêtekê bikirim ji ber ew jî bûye 200 lîre min nekarî bikirim.”
 
NIKARIN ETÎKETÊN BIHAYAN DEYNIN 
 
Atîlla Gormuş (40) ê li Bazara Pêncşemê ya li Semta Ofîsê tê danîn bi firotina zebze û fêkî debara xwe dike jî diyar kir ku mirov bihayên zêde dibînin û nêzî dezgehan nabin. Gormuş, bi lêv kir ku nikare etîketa bihayan li ser berheman bi cih bike û wiha got: “Em li malê 5 kesên bi darê zorê debara xwe dikin. Di nav bihayên zebze û fêkiyan ên beriya cejnê û piştî cejnê gelek ferq heye. Malbatekê beriya cejnê dikarî 300-400 lîreyan dan û standina xwe bike lê niha bi 800 lîreyan nikarin dan û standina xwe bikin.”
 
‘BI ERDOGAN RE ABORÎ BAŞ NABE’ 
 
Omer Sûsever ê çewligî destnîşan kir ku sedemê krîza aborî polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd in û wiha axivî: “Bila gelê tirk vê yekê baş bizanin heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, ne tirk ne jî kurd rihet nakin. Heta ku xwişk û biratiya kurd û tirkan pêk neyê wê ev krîz xelas nebin. Em bi rastî jî dixwazin ku xwişk û biratî pêk were lê ya wan di ziman de ye.”
 
‘EDALET NÎNE, ZEM HEYE’ 
 
Sûsever, bi lêv kir ku xizan, xizantir, dewlemend dewlementir bûye û wiha got: “Ev krîz ne bi Mehmet Şîmşek ne jî bi Erdogan çareser nabe. Divê ji bo guhertinê rêyeke baş bê şopandin heke dê welat winda bike. Berê em ji Ewropayê çend salan li paş bûn, niha em ji wan 50-60 salan li paş in. Pereyê Ewropayê binirx e ji ber ku edaleta wan heye. Li cem me jî edalet nîne. Her roja ku em şiyar dibin li gorî roja din em di zirarê de ne.”
 
‘DEMA ZEM NEHAT EM MATMAYÎ DIMÎNIN’ 
 
Evîn K. ya dayika 5 zarokan e jî diyar kir ku hevjînê wê bi ajokariyê hewl dide debara malê bike. Evînê anî ziman ku roja agahiya zemê neyê matmayî dimînin û wiha lê zêde kir: “Berê bi pereyên ku hevjînê min qezenç dikir me bi rehetî debara xwe dikir. Niha bi wî pereyî nikarin poşetekê jî tejî bikin û bînin malê. Dema tu zebeşekî dikirî pereyê te xelas dibe. Ez li gund rûdinim ligel pereyê av û ceyranê pere encax tê ra me dike.”
 
‘MIN BACAN XISTIN 2 KÎLOYAN’ 
 
Zeynep Başakçi (60) ya bi mûçeyê hevjînê xwe yê wefat kirî yê teqawîtbûnê debara xwe dike jî wiha got: “Çawa ku mûçeyê xwe digirim didim lêçûnên mutbexê. Ez bi 300 lîreyan diçim bazarê ji bilî zebze nikarim tiştekî bikirim. Berê min 4-5 kîlo zebze dikirîn niha 2 kîloyan dikarim bikirim. Min kîlo daxistin. Berê min di navbera 5-10 kîloyan bacan dikirîn niha dikarim 2 kîloyan bistînim.”
 
‘BI ALÎKARIYAN DIKARIN LI SER PIYAN BISEKININ’ 
 
Mexdûra erdhejê Zeynep Avci (35) ya diyar kir li Meletiyê dijî, anî ziman ku piştî erdhejê di mala wan de kes naxebite û wiha got: “Em ji zemên dawî hatin re qet ne memnûn in, ji her tiştî re zem hat. Em nizanin em ê çi bikin. Dan û standina me ya 2 hezar bûn niha bûye 3 hezar. Em çare kes in lê niha kes naxebite. Piştî erdhejê em bi alîkariyan li ser piyan disekinin.”
 
‘EZ SÎMÎT BISTÎNIM NIKARIM NAN BISTÎNIM’ 
 
Halîme Aba ya 76 salî ku ji bo mûçeyê xwe yê pîratî bigire li Sermiduriyeta PTT’ê ya Amedê di dorê de disekine jî gazin kirin ku nikare debara xwe bike. Aba ya bi tena serê xwe dijî, wiha got: “Neviyên min ji bo ji xwe re cilan bistînin 3 rojan li cem qesabî xebitîn. Di roja sêyan de karîn 200 lîreyan bigirin. Ez 3 hezar lîreyan digirim, nikarim tiştekî zêde bistînim. Dema dilê min çû sîmîtekê an jî naneke gerim nikarim bikirim. Berê bi 100 lîreyan qasî ku têra min bike min tişt dikirîn. Niha tevî ku tena serê xwe dijîm jî 500 lîre jî te re nakin. Herî dawî dema min xwest bacanan bistînim ji bo kîloyekê 30 lîre xwestin, min jî bi 20 lîreyan bacanên rizî kirîn. Teqata min nîne ez li ser piyan bisekinim lê bi saetan e di dora mûçeyî de me. Nikarim biçim bijîşk jî.”