‘Heta ku şer bidome wê krîza aborî jî berdewam bike’

img

WAN - Gelê Wanê ku krîza aboriyê û zemên hatin kirin nirxandin, wiha gotin: “Heta ku ev şer bidome wê krîza aboriyê jî berdewam bike. Divê êdî mirov li dijî vê yekê serî rakin.”

 
Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê her ku diçe krîza aboriyê kûr dibe. Piştî hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên di meha Gulanê de hatin kirin, ji berhemên xurekê heta malzemeyên tekstîlê, ji teknolojiyê heta kincan, ji wesayitan û heta buhayê xaniyan gelek zem hatin kirin. Herî dawî di 7’ê tîrmehê de giştînameyek bi îmzeya Serokkomarê AKP’î di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Bi giştî nameyê ji bihayên KDV’ê noter, vîze, pasaportan re ji sedî 50 zem hate kirin. 
 
Welatiyên Wanî ku zemên ji veguhestinê heta nan li gelek qadan hatin kirin nirxandin, anîn ziman ku desthilata 21 salan hewl dide xwe bi zeman xelas bike. 
 
‘HATINA PÊNCŞEMÊ JI ÇARŞEMÊ DIYAR E’ 
 
Ayten Kiran bi gotina “Hatina pêncşemê ji çarşemê diyar e” anî ziman ku krîz dê kûrtir bibe û wiha got: “Em dibînin ku kesên berê digotin ‘em ê birçî bimînin lê em ê dengê xwe bidin reîs’ niha gazinan dikin. Ez ji xwe teqawît bûme, zor û zehmet debara xwe dikin. Ji vê desthilatê bendemayîneke me nebû û encaman jî em matmayî nekirin. Jiyana wan bi heman awayî didome. Carnan weke welatiyekê xemgîn dibim lê gelek caran dibêj im ‘ox baş bû, bila reîsê we were we xelas bike’.”
 
‘ÊM Ê VÊ ZIVISTANÊ ÇAWA FATÛREYAN BIDIN’ 
 
Kiran, bi lêv kir ku bi demsala zivistanê wê bihabûn jî zêde bibe û wiha berdewam kir: “Em nizanin em ê îsal çawa fatûreyan bidin. Beriya hilbijartinê li hin cihan gaz derketibû lê bi tu awayî negihişte me. Her tim tişte derdikeve lê em bi awayekî şênber nabînin. Kesên ku deng didin AKP’ê jî ji vê bawer nakin lê tenê ji bo kesên li serê desthilatê li ser piyan bihêlin weke ku bawer bikin tevdigerin.”
 
Xwediyê Kafeyê Dilyar Çalişan jî anî ziman ku bikirên beriya niha dihatin gelek tişt vedixwarin û ji hevalên xwe re jî dixwestin li niha tenê vexwarinekê vedixwin û dikarin tenê bihayê wê bidin. Çalişan, bi lêv kir ku weke xwediyê kafeyê şerm dikin zemê li berheman bilkin û da zanîn ku bi vî bihayî jî kafe nikare xwe bi rê ve bibe. 
 
DI ROJÊ DE 20 NANAN DIKIRE
 
Hasan Oner jî pirsgirêkên aborî yên dijî wiha vegotin: “Her roj li sûkê bêkar digerin, nikarin karekî bibînin. Malbata min ji 12 kesan pêk tê û nikarim debara xwe bikim. Ez her roj 20 nanan dibim malê ez ê bi van bihayan çawa debara xwe bikim.” Oner, da zanîn ku debara xwe bi firotina giyayê li gund dike û wiha berdewam kir: “Beriya niha 2 salan carekê zem dihatin kirin niha her roj em bi zemeke din şiyar dibin. Ne diyar e ka dê heta kengî ev zem bidomin û em mexdûr in. Min xwest dogalgazê bînim mala xwe lê nikarim bînim. Nikarim fatoreya ceyranê bidim.”
 
‘EZ NIKARIM LI CEM ZAROKÊN XWE RÛNIM’ 
 
Welatiyê bi navê Şevkî Topal jî destnîşan kir ku gel perîşan e û wiha axivî: “Ez nikarim debara mala xwe bikim. Li mala min 4 kes hene û ji bo bikarim debara xwe bikim divê herî kêm 15 hezar lîreyan qezenç bikim. Dê dawiya me çawa be nizanim. Her roj dibên ‘me petrol dît’ lê çima em nabînin? Rewşa vî welatî wê heta kengî wiha bidome? Divê gel êdî li dijî vê yekê serî rake.”
 
‘HETA KU ŞER BIDOME WÊ KRÎZ BERDEWAM BIKIN’ 
 
Ahmet Çakir jî wiha got: “Ev dewlet li ser derewan tevdigere. Bi salan e PKK’ê re şer dikin, karîn xelas bikin? Heta ku ev şer bidome wê rewşa welat wiha berdewam bike. Heta ku em jî xwedî li hev dernekevin wê desthilat jî bidome. Heta ku em deng bidin wan ew dê me bikujin û dê wiha bidome.”
 
Omer Paylan ê di karên rojane de dixebite jî wiha got: “Heke karê rojane nebe em di karên înşaetan ên li dûrî bajarê xwe dixebitin. Ji ber krîzê sektora înşaetê jî rawestiya. Nizanim ku dê heta kengî wiha bidome? Rewş gelek nebaş e. Milet perîşan e.”