50 karkerên DEDAŞ'ê yên li dijî şertên xebatê îtiraz kirin ji kar hatin derxistin

img

RIHA - Herî kêm 50 karkerên DEDAŞ'ê yên li dijî şert û mercên nebaş li Rihayê dest ji kar berdan, ji kar hatin derxistin.

Karkeran li 6 bajarên ku qada xebatê ya Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ne li dijî şertên xebatê yên nebaş di 21’ê tîrmehê de 2 saetan çalakiya dest ji kar berdanê dabûn destpêkirin. Hate hînbûn ku herî kêm 50 karkerên îro xwestin dest bi kar bikin ji kar hatine derxistin. Karkerên ku danê sibehê çûn Midûriyeta Saziyê ya li Bajêr a li navçeya Eyyûbiye ya navendî ya Rihayê, bi hinceta ku ji kar hatine derxistin, nehiştin bikevin avahiya saziyê. Karkerên ku bi rêya SMS'ê hatin agahdarkirin ku ji kar hatine derxistin, li ber deriyê saziyê sekinandina xwe didomînin.
 
Alî Riza Karakûş ku ji kar hatiye derxistin, 6 sal in di tîma operasyonên qadê ya Pergala Xwendina Saetên Otomatîk (OSOS) de cih digirt, zewicî ye û pitika wî ya yek mehî heye. Karakûş, diyar kir ku di bin xetereya xeta ceyrana bilind de dixebitîn û wiha got: “Me daxwaza mafên xwe yên sendîkayî kir. Ji me re gotin ku ew ê tenê zêdekirina ji sedî 35'an a ji aliyê dewletê ve hatiye dayîn, bidin me. Me jî heqê keda xwe xwest. Me bêyî ku xeberan bêjin bi çepikan çalakiya rûniştinê li dar xistin. Weke sedema avêtina me ya ji kar; gotin ku me ji parlamenterên ji bo piştgiriyê hatine, li çepikan daye. Bi devkî dihat gotin. Peymana me ya kar hate bidawîkirin. Em hîn bûn ku gelek heval ji kar hatine derxistin. Em tenê mafên sendîkayî dixwazin. Ev mafê me yê xwezayî ye.” 
 
‘DESTÊN ME HEMÛYAN QÛSIYAYÎ NE’ 
 
Karakûş, bal kişand ku li DEDAŞ’ê rêjeya qezayên kar zêde ye û wiha berdewam kir: “Piştî karkerên madenê karkerên ceyranê koma kar a bixeter û herî zehmet e. Hefteya borî di encama teqîna panoya trafoyê de du hevalên me qeza derbas kirin û li gelek cihên laşê wan şewatîn. Beriya hefteyekê hevalekî me di encama girtina ceyranê de jiyana xwe ji dest da. Hevalê me yê mirî xwedî zarokekî yek salî ye. Ji ber gelek sedeman me daxwaza sererastkirina şertên xwe yên xebatê kir. Ew Xuda ye yê ku debara me dike, em dikarin bi firotina lîmonan debara xwe bikin, lê me ev qas sal ked daye û em dixwaza keda xwe dikin. Her kesê ku mafê me diparêze taca serê me ye. Em mirovên li pey nanê xwe ne. Destên me hemûyan qûsiyayî ne.”
 
‘ROJA ÇALAKIYÊ LI DERVEYÎ BAJAR BÛM’ 
 
Mehmet Yardimci jî diyar kir ku du sal in li DEDAŞ’ê dixebite û da zanîn ku di karê weke teknîkerê ceyranê ketiyê de di encama mobîngê weke peywîrdarê depoyê karê xwe domand. Yardimci, diyar kir ku di 21’ê tîrmehê de dema ku karkeran dest ji kar berdan ew li derveyî bajar bû û wiha lê zêde kir: “Roja înê ku çalakî hate destpêkirin ez ji ber nexweşiya xwe li derveyî bajar bûm, çûbûm bijîşk. Ji ber şertên kar bi nexweşiya zatureyê ketim. Em li cihên ku ji sacên demir hatine çêkirin dimînin. Cihê bêhnvedana me palet in. Paqijî rast û dirust nayê kirin. Hinceta avêtina ji kar bi awayekî devkî ji min re şandin. Ez mexdûr im. Me ji bo mafên xwe yên civakî serî li sendîkayê da. Bi awayekî hiqûqî dê hewldanên me çêbibin.”
 
‘ME XWEST DENGÊ XWE JI RÊVEBERAN RE RAGIHÎNIN’ 
 
Alî Şahan jî anî ziman ku li DEDAŞ’ê 7 sal in weke teknîkerê ceyranê dixebite û wiha got: “Ji ber me nekarî ji ber enflasyonê debara xwe bikin me ev biryar wergirt. Me tenê xwest bi çepikan dengê xwe ji rêveberan re ragihînin. Weke hincet çepikên me yên ji bo parlamenterên piştgirî dane me nîşan didin. Ev yek bi devkî gotin me. Lê sedema esas ew e ku ji bo me xwest ji sendîkayê re bibin endam em ji kar derxistin. Em sibê ji bo dest bi kar bikin hatin lê hînbûn ku ji kar hatine derxistin. Daxuyaniyeke fermî ya ji bo çi em ji kar derxistine nîne.”
 
‘TÊKOŞÎN DIDOME’ 
 
Şahan, da zanîn ku li Rihayê nêzî 50 kesan ji kar hatine derxistin û wiha berdewam kir: “Me ji çavkaniyên mirovî daxwaza hevdîtinê kir, lê vegereke baş li me nekirin. Em nêzî 3 hezar kes ketin çalakiyê, lê 50 kes ji kar derxistin. Em naxwazin hevalên me yên din jî ji kar bên derxistin lê her kes tev li çalakiyê bû û mafên xwe xwestin. Karker ji tirsa dê ji kar bên avêtin ditirsin biaxivin. Tu kes ji halê xwe ne memnûn e. Em mafê xwe dixwazin. Em ê ji niha şunde bi sendîkayê re çi hewce bibe em ê bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”