Li dijî bihakirinê nerazîbûn: Tenê lêçûnên bombeyan ji bo budçeya gel bes e

img

WAN - Serokê Şaxa Emeklî-Sena Wanê Tîmûr Sayyîgît bertek nîşanî rêjeya enflasyonê da û got: "Lêçûnên bombeyên ku beredayî li xwezaya me tên barandin, heke ji karker, teqawîd û tevahiya gel re were veqetandin, dê têrî mafê hemû gel ê aramiyê bike." 

Şaxa Sendîkaya Teqawîdan a Wanê (Emeklî-Sen) li Parka Ehmedê Xanê bi daxiyaniyekê bertek nîşanî bihakirinê her tiştên pêdiviyên jiyanê û enflasyonê da. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Zulkuf Ûçar, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mustafa Avci yê tayînî şûna wî hatiye kirin û rêveberên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê û Çev-Derê jî tev li daxûyaniyê bûn. 
 
LÊÇÛNÊN BOMBEYAN 
 
Di daxuyanî de Serokê Şaxa Emeklî-Sena Wanê Tîmûr Sayyîgît destnîşan kir ku enflasyona 6 mehan ya tê parvekirin ne rastiya karkeran ne rastiya karmendan ne jî rastiya teqawîtan ber çavan nagire. Sayyîgît anî ziman ku dewsa TÛÎK mafê gel yê xwarinê biparêze, gel zêdetir xizan dike û got: "Ferqa di navbera enflasyona rast û ya fermî dibe zêdetir xizanbûna gel. Niha rewşeke ku bi milyonan mirovan a di bin sînorên birçîbûnê de dijî di holê de ye. Em zemên ku tê wateya xespkirina mafê jiyanê yê gel qebûl nakin. Em bang li hemû teqawîtan dikin ku bila xwe di bin banê Emeklî-Sen a DÎSK'ê de rêxistin bikin û ji bo jiyaneke aramtir têkoşînê bikin. Lêçûnên bombeyên her roj bêserûber li erdnîgariya me tên barandin heke ev lêçûn ji teqewîd, karker û xebatkaran re bê veqetandin dê têrî mafê aramiyê yê hemû gel bike."
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên li dijî AKP'ê bi dawî bû.