Sendîkabûyîn kêm dibe: Divê têkoşîna kedê bê xurtkirin

img
STENBOL - Rêveberê Dev Saglik-Îş a Şaxa Stenbolê Mûhammet Aslan bal kişand ser kêmbûna rêjeya sendîkabûyînê û ji bo xurtkirina têkoşînê bang li ciwanan kir. 
 
Di dema desthilata AKP'ê de sendîkabûyîn her diçe kêm dibe. Li Tirkiyeyê rêjeya sendîkabûyînê di navbera 1960-1980'yî de ji sedî 60 bû, lê li gor daneyên 22'yê Tîrmeha 2022'yan ên Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî ev rêje daketiye ji sedî 14,6'an. Li gor heman daneyan, li Tirkiyeyê ji zêdetirî 34 milyon karekran tenê 2 milyon jê endamên sendîkayê ne. 
 
Rêveberê Sendîkaya Karkerên Tenduristiyê yên Şoreşger (Dev Saglik-Îş) a Şaxa Stenbolê Mûhammet Aslan, kêmbûna rêjeya sendîkabûyînê nirxand. 
 
GIRÎNGIYA SENDÎKABÛYÎNÊ
 
Aslan destnîşan kir ku sendîkabûyîn girîng e û got: "Sendîka dike ku karker mûçeyekî ku karibin pê debara xwe bikin wergirtin. Lewma karker jî dixwazin em pêşî li ber sendîkabûyînê vekin. Lê ev maf tê astengkirin. Ev yek jî, ji ber ku sermaye naxwaze mirov mûçeyeke ku pê debara xwe bikin wergirin, tê kirin. Sermaye, dixwaze mirovan bike kole." 
 
MOBÎNG
 
Aslan destnîşan kir ku ew sendîkayên nêzî desthilatê û mafên karkeran naparêzin wekî "sendîkaya zer" bi nav dikin û wiha got: "Sermaye, girîngiyê dide sendîkayên nêzî xwe. Qada ku em jê re dibêjin sendîkaya zer, di esasê xwe de qadene ji sendîkabûyînê xalî ye. Mixabin ji zer zextên sermaye û detshilatê karker dibin endamê sendîkayên alîgir. Karkerên ku dibin endamên sendîkayên wekî DÎSK'ê jî rastî mobbîngê tên." 
 
DI DEMA AKP'Ê DE KÊM BÛYE
 
Aslan da zanîn ku di dema AKP'ê de sendîkabûyîna di sektorên taybet de kêm bûye û got ku di cemaweriyê de jî desthilat karkeran vedixwîne "sendîkaya zer". Aslan destnîşan kir ku ger karker bibin endamên sendîkayê dê hikûmet biguhere û sala 1966'an bibîr xist ku karker bûbûn hêzeke wiha ku hikûmetê guherandibûn. Aslan ev tişt gotin: "Têkoşînên têkildarî maf û hiqûqan, qidem û grevan hatin kirin. Wê demê hikûmetê hewl d apêşiya karkeran bigire. Lê karkerên wê demê, bi qasî ku karibin hikûmetan hilweşînin bihêz bûn. Lewma hikûmet ji karkeran û yekbûna wan ditirse." 
 
Aslan destnîşan kir ku pirsgirêka ciwanan a bibin endamê sendîkayê heye û wiha domang: "Li qada perwerdehiyê, li kuçe û qadan gelek ciwanên me hene. Yek ji wan jî nizanin sendîka çi ye. Helbet ev kêmasiya sendîkayan e jî. Tenê divê neçin cem yên karker, divê biçin cem yên ku dê sibê bibin karker û karmend jî û ji wan re behsa sendîkabûyînê bike. Mixabin di vî warî de kêmasiyên me hene." 
 
TÊKOŞÎNA KEDÊ 
 
Aslan ragihand ku ji bo ciwan bibin endamên sendîkayê û daxilî têkoşîna kedê bibin dest bi xebatan kirine û got ku divê sendîka bibin qada ciwanên azad. Aslan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê ciwan hay ji çîna kedê hebin. ger dil ciwanan ê guherandinê hebe, divê kedê berbiçav bikin. Ji lew re ji bo guherandina hin tiştan, divê aborî bihişmet be. ger aborî nebaş be, ew qad naguhere. Ji bo guherandina wê qadê, divê ciwan çîna kedê, têkoşîna kedê xurt bikin. Divê ciwan ji bo xurtkirina têkoşîna kedê ne yên zer, divê DÎSK'ê hilbijêrin." 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû