Li dijî zeman kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin

img
WAN - Platforma Şaxa a KESK’a Wanê li dijî zeman kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. 
 
Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê ya Wanê (KESK), li dijî “Xizanî, zêdebûna buhayan û tundiya aboriyê ya li ser gel û kedkarên cemaweriyê tê ferzkirin” kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Daxuyaniya karkerên li ber Midûriyeta Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) ya Bajêr ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Karkeran li ber midûriyetê bi pankarta “Ji bo mûçeyê ku em heq dikin îmzeyekî jî tu bide” stand vekirin. Dê 3 rojan di standê de îmze bên komkirin.